ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2018'AN 2018-08-18 08:59:04   * Ji ber krîza aborî esnafên li Colemêrgê jî bêzar bûne. Esnafan destnîşan kirin ku di çend hefteyên dawî de ji sedî 50 fiyet biha bûne û eger wisa dewam bike ew ji mecbûrî dikanên xwe bigirin.    * Siyasetmedar Hamît Geylanî bal kişand ser bûyerên îşkenceyê yên di nav salekê de li Colemêrgê pêk tên û destnîşan kir ku ji ber ku kesên îşkenceyê dikin nayên darizandin bûyerên îşkenceyê yên nû rû didin.    * Parêzer Ayşe Batûmlû, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di asasê xwe de destpêka tecrîdkirina hemû avaniyên siyasî û saziyên hiqûqê yên li welat e û got: "Ji bo polîtîkayên neçareserkirinaa pirgirêka kurd ji holê bên rakirin divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin."    * Parlementerê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, êrîşa DAIŞ'ê ya li daweta li Beybahçeyê pêk anî nirxand û destnîşan kir ku êrîşên DAIŞ'ê yên li Tirkiyeyê hemû girêdayî hevdu ne û got: "Eger bi ser rêxistinbûyîna DAIŞ'ê ya li Dîlokê de biçûna, dê tu teqîn pêk nehatana."    *  Parêzerê mexdûrên di teqîna Beybahçe ya Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan Mehmet Alagoz, diyar kir ku di ser teqînê re 2 sal borîn û di du salan de tenê 4 danişîn pêk hatine. Alagoz anî ziman ku heyeta dadgehê di hemû danişînan de daxwazên hatine kirin red kirine û wiha got: "Heyet dixwaze bersûcên li ber destan ceza bike û ser dosyeyê bigire."    * Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Ahmet Kaya ji bo krîza di navbera Tirkiye û DYA'yê de got "bera bazariya Kasimpaşayê" û "hewldanên nixumandina ser xerabûna aboriyê". Her wiha Kaya ji bo îmaja "Tirkiye bi êrîşan re rû bi rû ye" jî got, AKP bi vî awayî dixwaze hilbijartinên herêmî ku tê plankirin dê di Mijdarê de pêk bên qezenc bike.    * 23 malbatnên ku zarokên wan di demên cuda de li çiyayê Amanosan di operasyonên leşkerî de jiyana xwe ji dest dane û li goristana bêkesan hatine defin kirin, li gel cenazeyên zarokên xwe teşhîs kirine jî nikarin cenazeyên zarokên xwe bigirin.      * Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi boneya aqûbeta windayan bipirsin, dê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 497’an de li Parka Koşuyolu pêk bînin. (11.00)    * Dayikên Şemiyê, bi boneya aqûbeta windayan bipirsin dê çalakiya "Kujer diyar in bila winda bên dîtin" di hefteya 699'an de dê li Qada Galatasarayê berdewam bike. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê di hefteya 334'an de çalakiya "Rûniştina F" li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (13.30)