Li çoltera Elkê şewat derket 2018-08-17 16:37:12   ŞIRNEX – Li çoltera navçeya Elkê şewat bi daristanê ket. Hat îdiakirin ku leşkerên derketine operasyonê şewat derxistine û gundî mudaxeleyî şewatê dikin.    Li çoltera gundê Gelejêr a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê şewat bi darastinê ket. Gundî bi derfetên xwe yên mudaxeleyî şewatê dikin. Li gorî agahiyên gundiyan da leşker li herêma şewatê ne. Şewat ji ser rêya Bejahiyê ya Elkê û Şirnexê destpê kir.    Li gorî îdiayan şewat ji aliyê tîma bi navê “Mete” a tîmên taybet ku derketin operasyonê ve hatiye derxistin.    Hat ragihandin derfetên mudaxeleya gundiyan têr nake û şewat li herêmê belav dibe.