'Dixwazin Dersimê ji bo mirov û sewalan bikin dojeh’ 2018-08-17 15:50:56 MELETÎ – Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Meletiyê Gonul Ozturkoglu têkildarî şewata li Dersimê daxuyanî da û got: “Dixwazin erdnîgarî û xwezaya Dersimê ji bo mirov û sewalan bikin dojeh.”  Li Dersimê nêzî 10 roj in ji ber bomberankirina leşkerî ya leşkerî li gellek herêman şewat derketiye û didome. Şaxa ÎHD’ê ya Meletiyê li dijî şewitandina daristanên Dersimê bertek nîşan da. Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Meletiye Gonul Ozturkoglu daxuyanî da û diyar kir ku erdnîgariya Dersimê carek din tê şewitandin û got: “Rayedarên dewletê û peywîrdarên şaredariya qeyûm tayîn kirine şewatê vemirîne, lê bi hinceta ewlehiyê ji dûr ve li şewatê temaşe dikin. Xelkê dixwaze mudaxeleyî şewatê bike ji aliyê dewletê ve tên astengkirin.”    Ozturkoglu destnîşan kir ku dixwazin bi şewatandinê erdnîgarî û xwezayê bikin cihê ne jiyankirinê û wiha dewam kir: “Tenê ne daristana û xweza tê şewitandin. Di heman demê de gellek cûreyên nebatan tên şewitandin û tune dibin. Dixwazin erdnîgariya Dersimê bikin dojeh.”