Ceylan Ertem bang li tevlêbûna çalakiya Dayikên Şemiyê kir 2018-08-17 14:34:01 STENBOL - Hunermend Ceylan Ertem ku strana "Benî Bul Anne" ya Ahmet Kaya ku ji bo Dayikên Şemiyê sitrîbû, li gel xizmên windayan sitrî, got “Divê em Dayikên Şemiyê wekî dayik û xwişkên xwe bibînin" û her kes di hefteya 700’emîn de divê beşdarî çalakiyê bibin."    Hunermend Ahmet Kaya, 23 sal berê ji bo Dayikên Şemiyê sitrana "Beni Bul Anne" sitrî. Hunermend Ceylan Ertem, strana Ahmet Kaya ya "Benî Bul Anne" li gel xizmên windayan û Dayikên Şemiyê strî xwest di hefteya 700'î de her kes li Qada Galatasarayê tev li çalakiya dayikan bibin. Ertem, anî ziman ku ev daxwaza stranê ji Dayika Şemiyê de hatiye û wiha got: "Beyî ku ez bifikirim min ev qebûl kir. Têkoşina Dayikên Aştiyê ji bo min pir girîng û watedar e. Ji bo min di projeyek wisa de cih girtin û dueta bi Ahmet Kaya re pir taybet e. Divê vê hefteyê her kes piştgiriyê bidin çalakiya dayikan. Divê çi bikeve ser milê kê bikin."