Tarim Orkam- Sen: Dixwazin herêmê bêmirov bihêlin 2018-08-17 13:03:20 ENQERE - Serokê Giştî yê Tarım Orkam- Senê Hamit Kurt, bal kişand ser şewatên daristanan û diyar kir ku di serî de li Dersîmê li gelek herêman şewata daristanan zêde bûye û bi şewata daristanê dixwazin herêmê bê mirov bihêlin. Kurt, anî ziman ku ev pêkanînên salên 1990'an tîne bira wan.    Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê yê Milê Xizmeta Daristanî û Çandiniyê (Tarım Orkam-Sen), têkildarî şewata li Çiyayên Dersîmê li avahiya xwe ya Navendî civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik û Serokê Giştî yê Tarım Orkam Sen Hamit Kurt jî amade bûn. Serokê Tarim Orkam Sen'ê Hamît Kurt, bal kişand ser polîtîkayên tundî û şerê li Tirkiye zêde dibin. Kurt, anî ziman ku bi taybetî li Dersîmê û bi giştî li herêmên din şewata daristanan zêde bûye û ev yek salên 1990’an ku gund dihatin şewitandin û valakirin tîne bîra wan. Kurt, da zanîn ku ji ber polîtîkayên şewitandin û valakirina gundan bi hezaran gund hatin valakirin û wiha got: "Bi milyonan mirov koçber bûn. Koçî metropollan kirin, ji çand û jiyana xwe dûr ketin. Mahkûmî jiyanek bi êş û birçî hatin hiştin. Bi vê rêbaza şewata daristanan dixwazin dîsa herêmê bê mirov bihêlin. Bi vê rêbazê dê pirsgirêka kurd mezintir bibe. Dê hêrs û nifîra gel zêde bibe. Bi polîtîkayên tundiyê pirsgirêk nayên çareserkirin. Polîtîkayên di salên 90’an de dîsa di 3 salên dawî de bi plan dikevin meriyetê. Ev fikarên me zêde dikin. Bi vê yekê dixwazin herêmê bê mirov bihêlin. Niha di seri de li Dersîmê wekî ku tiştekî asayî be nêzîk dibin. Bi tevahi xweza tê şewitandin û herêmê bê mirov dihêlin. Polîtîkayên ewlehiyê ne çareserî ne. Em van polîtîkayan qebûl nakin. Em dê li dijî van polîtîkayan têkoşîna xwe berdewam bikin."