ÎHD: Divê şewata li Dersimê bê vemirandin 2018-08-17 12:47:59   ENQERE – Navenda Giştî ya ÎHD’ê banga vemirandina şewata daristanan kir û xwest saziyên cemaweriyê ji bo vemirandinê bikevin tevgerê û destûr û derfet ji bo welatiyan bê dayîn da ku biçin mudaxeleyî şewatê bikin.    Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) der barê şewata li Dersimê daxuyaniya nivîskî da û wiha got: “Divê şewata li Dersimê bê vemirandin. Welatiyên dixwazin biçin qada şewatê û mudaxele bikin, lê tên astengkirin. Daristan yek ji parçeyên xwezayê û jiyanê ye. Her helwestek a li dijî xwezayê binpêkirina mafê xwezayê ye. Ji ber vê yekê divê demildest şewata daristanan bê vemirandin û pêşî li texrîba xwezayê bê girtin. Ji bo şewata Dersimê bê temartin lazim e saziyên pêwendîdar demildest bikevin tevgerê. Pêwîste parastina xwezayê neyê astengkirin û destûra vemirandina şewatê bê dayîn. Em bang li saziyên pêwendîdar dikin ku demildest tedbîran bigirin û biçin herêma şewatê mudaxeleyî şewatê bikin.”