Li Xarpêtê girtiyan dixin hucreyên yek kesî 2018-08-17 12:30:15 XARPÊT – Girtiyên li Girtîgeha Jimara 2’an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê diyar kirin ku hevalên wan ji qawîşê digirin û birine li hucreyên yek kesî bicih kirin e û bi hinceta “ewlehiyê” agahiyê nadin wan.  Girtiyên li Girtîgeha Jimara 2’an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê dimînin bi rêya malbatên xwe binpêkirina mafan a li ser wan pêk tê ragihandin. Girtiyan diyar kir ku gardiyanan hevalên wan ji qawîşê derxistine û birine li hucreyên yek kesî bicih kirin e û der barê rewşa wan de jî bi hinceta “ewlehiyê” agahî nedane wan. Girtiyan got di demên dawî de ev rewş zêde bûye û ji rewş û ewlehiya hevalên xwe bi endîşe ne.    Girtiyan da zanîn ku jimartina kêfî li ser wan ferz dikin û gardiyan şideta derûnî li ser wan pêk tînin û her tim odeyên wan tên çavdêrkirin. Girtiyan anî ziman ku Rewşa Awarte (OHAL) li girtîgehan dewam dike û bi cezayên mîna dîsîplînê hevdîtina li gel mlabatan asteng dikin.    Girtiyan diyar kir ku fatûreya krîza aborî ya li Tirkiyeyê diqewime ji wan re tê birîn û hilberînên kantînê du sê qat zêde kirin û difiroşin wan.    Li aliyê din zextên li ser malbatan jî yên diçin Girtîgeha Xarpêtê dewam dikin. Gardiyan di bin navê “lêgerîna berfireh” heta pedên jinan lêgerîn dikin û yên îtîrazî vê rewşê dikin jî bi astengkirina hevdîtinê tên tehdîdkirin.    Me xwe bi telefonê gihand rayedarên girtîgehê û gotin ew ê der barê mijarê de agahî nedin.