6 kes li Agiriyê hatin girtin 2018-08-17 11:59:13 AGIRÎ - Ji 24 kesên li navçeyên Bazîd, Panos, Giyadîn û Zêtka hat binçavkirin, 6 jê hatin girtin, 2 jê hatin berdan û binçavkirina 16 kesan jî berdewam dike.  Li navçeyên Bazîd, Giyadin, Panos û Zêtka yên Agiriyê, di serdegirtinên malan de, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bazîdê Fatma Oral û Ahmet Şah Sari jî dinavê de 24 kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên 8 kesan li Midûryeta Polîsan bi dawî bûn, sewqî Edliya Agiriyê hatin kirin. Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bazîdê Fatma Oral û Ahmet Şah Sari jî dinavê de 6 kes bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” sewqî Dadgeha Nobedar a Agiriyê hatin kirin û bi heman îdîayê hatin girtin. 2 kesên din jî hatin beran.    16 kesên dibin çavde li Midûryeta Polîsan tên girtin.