Fermandara YJA-Starê Yildirim hat oxirkirin 2018-08-17 11:58:29 DERSIM – Yek ji fermandara YJA-Starê Pinar Yildirim a di pevçûnek li Dersimê de jiyana xwe ji dest da hat oxirkirin.  Li çoltera navenda Dersimê di 14’ê tebaxê de pevçûn derket û hat diyarkirin yek ji fermandara YJA-StarÊ Pinar Yildirim ,(Jîndar) jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yildirim rakiribûn Saziya Tiba Edlî (ATK) a Meletiyê. Malbat çû ATK’ê cenazeyê keça xwe teşhîs kir. Piştî malbatê cenaze wegirt bir navenda Dersimê û li Cemxaneyê merasîma cenaze li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, Rêveberên HDP’ê yên Dersimê, Ferhat Tunç û gellek kes tev li merasîmê bûn. Piştî merasîmê jinan darbesta Yildirim hildan ser milan û li gundê Pax a girêdayî navenda Dersimê ve derxistin rê.    Kesên tev li merasîmê bûn polîs û leşkeran nasnameyên wan kontrol kir û têketin û derketina gund girtin. Leşker û polîsan tevlîbûna gellek kesan merasîmê asteng kirin. Tevî hemû astengiyan jî cenaze li goristana gund hat definkirin.