Dag: Bila Waliyê Tuncelî li herêma şewatê daxuyanî bide 2018-08-17 11:17:18 DERSÎM – Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag ku li herêma şewata daristanê ya Dersîmê lêkolîn kir, xwest ku ji bo Walî Tuncay Sonel rastiyê bibîne biçe herêma şewatê û li wir daxuyaniyê bide. Hunermend Ferhat Tunç jî diyar kir ku 10 hezar hektar qada daristanê tev bûye xwelî. Tunç, da zanîn ku ger rê li pêş neyê girtin dê rastî felaketek gelek mezin bên.  Li daristana navçeya Hozatê ya Dersîmê, ji ber bombebarandina hewayî zêdeyî 10 rojin dar û ber dişewitin. Şewata li herêma gundên Alîbogazi, Degirmendere, Zogar, Zengê, Koçerî, Bozan, Koskozulca, Dundul, Dere û Çakmakli ji ber ku destûr nadin welatî wê mudaxale bikin didome. Waliyê Tuncelî Tuncay Sonel piştî daxuyanî da û got 'Wêneyên şewatê ne aydî Dersimê ne' welatiyan bertek nîşan dan. Her çend walî Sonel, Orman Midûrê Karên Daristanê bêjin yekînkeyên wan mudaxaleyî şewatê kir û kontrol kirine jî, şewat didome û her ku diçe belav dibe. Heyeta HDP'ê ku ji parlamentera HDP'ê yên Amedê Dersim Dag û hunermend Ferhat Tunç û aktîvîstê Tevgera Ekoloiyê ya Mezopotamya Guner Yanlıç dihatin li herêmê lêkolîn kirin û çavdêriyên xwe bi Ajansa Mezopotamya (MA) re parve kirin.    ‘DOĞAMIZA DA DÜŞMANLAR’   Parlamentera HDP'ê Dersim Dag, anî ziman ku rayedar bi hinceta operasyonan qada daristanê dişewitîne û wiha got: “Yên dijminê çand, ziman û hebûna me ne, li dijî xwezaya me jî dijminantiyê dikin. Her sal bi zanebûn êrîşî xwezaya Dersîmê dikin. Xwezaya Dersîmê tehamkûl nakin. Em vê yekê qebûl nakin. Em dê li dijî vê yekê têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li Waliyê Tuncelî dikin ku biçe li herêma şewatê daxuyanî bide. Bila walî qerfên xwe bi aqilê mirovan neke. Em bang li Wali dikin ku ji bo rastiyê bibîne biçe herêma şewatê daxuyaniyê bidin. Bi derewan ew şewat venamire.    'DEREWA WALÎ VALA DERKET'   Hunermend Ferhat Tunç ku şewata daristanê dişopîne û rastiyê bi civakê re parve dike jî got: "Şêwitî şewata daristanên Dersîmê kirine kevneşopiyek. Îsal talankirin û wêrankirina daristanê ya ji ber şewatê ji her sal zêdetir e. Piştî daxuyaniya walî em çûn cihê bûyerê û me derewa wî vala derxist. Me dît ku qet mudaxaleyî şewatê nekirine. Li herêma şewatê 10 hezar hektar daristan tev bû xwelî. Li Dersîmê tenê daristan naşewite. Li wir jiyanek û cîhenek biyanî heye. Bi şewata daristanê re sewalên biyanî jî dişewitin. Hemû zindî û xweza tune dibe. Darên berû nefesa Dersîmê ne. 10 hezar hektar tev bû xwelî. Ger ku tedbîr neyên girtin em rê rastî felaketek gelek mezin bên."    ‘DERSÎM 40 SALIN DIŞEWITE'    Aktîvîstê Tevgera Ekoloiyê ya Mezopotamya Guner Yanliç jî anî ziman ku 40 salin bê navber erdnîgarî û xwezaya Dersîmê tê şewitandin û wiha got: "Ev encama plana Îttihat Terakkî ye. Şewatên li Dêrsimê bi serhildanên Şeyh Said, Seyit Rıza û salên 90’î berdewam kir. Bi vê yekê dixwazin gelê kurd koçber bikin. Dixwazin tevahiya Dersîmê vala bikin. Dixwazin hemû qadên jiyanê tune bikin. Li herêma Dersîmê nêzî 2 hezar cureyên nebatan heye. Nêzî 250 cureyên gihayê endamîk heye. Ez bang li hemû xwezahez û ekolojîstan dikim ku li Dersîmê xwedî derkevin û bibin dengê Dersîmê.    MA / Semra Turan