Malbata nexweşê giran Apê Dedo dê dest bi çalakiya rûniştinê bike 2018-08-17 11:13:13 AMED – Mehmet Emîn Ozkan (Apê Dedo) (79) 22 sal e bi îdiaya “Tuggeneral Bahtiyar Aydin kuştiye” girtî tê darizandin û li benda edaletê ye. Tevî ku di îdianameya doza Licê de derket holê tu eleqeya Ozkan bi kuştinê re nîne jî nayê berdan. Malbata Ozkan dê li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê dest bi çalakiya rûniştinê bike.  Li navçeya Licê ya Amedê di 22’ê cotmeha 1993’an de Mehmet Emîn Ozkan (Apê Dedo) (79) bî îdiaya kuştina Tuggeneral Fermandarê Cendermeyan ê Herêma Amedê Bahtiyar Aydin, cezayê girankirî yê muebetê lê hatiye birîn û tekane girtiyê dozê ye. Li gel di îdianameya doza Licê de derket holê ku tu eleqeya Ozkan bi kuştinê re nîne jî lê 22 sal di girtîgehê de ye û li benda edaletê ye.    ÎHD: NEXWEŞÊ GIRAN E   Ozkan di lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de cih digire û nexweşînên guatr, rovî, dil, tansiyona zêde, di mêjî de peqik, li ser çav katarakt û aciziya alzheimer pê re heye. Di girtîgehê de heta 5 caran krîza dil derbas kir û 4 caran anjiyo bû. Ji ber temenê wî dirêj e nikare ji guatrê emeliyat bibe û hişê xwe winda kiriye û guhê wî nabihîzin. Her roja ku diçe rewşa tenduristiya Ozkan girantir dibe û lê dîsa nayê berdan. Malbata Ozkan ji bo înfaz bê rawestandin heta îro 5 caran serî li Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê da. ATK diyar kir ku ji ber “ji sedî 87 fonksiyona laş winda dike” heye ji bo Ozkan rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” da.    ATK DI MAYÎNÊ DE ISRAR DIKE    Beriya niha li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê du raporên cuda dan Ozkan. Di roparekê de rewşa astengiyê ji sedî 87 nîşan dan û di raporekê de jî rewşa astengiyê sifir hat nîşandan. Tevî hemû hewldan û serlêdanên malbatê yên fermî jî ne dozger û ne jî saziyên tenduristiyê rewşa Ozkan piştguh dikin û wî bernadin.    ‘TAQETA BAVÊ MIN NEMAYE’    Keça Ozkan, Selma Ozkan anî ziman ku tu hêza bavê wê ya dê li dijî nexweşîna li ber xwe bide nameya û got: “Em roja 15’ê tebaxê çûm hevdîtinê. Bi alîkariya hevalên xwe tê salona hevdîtinê. Laşê wê werimîbû. Me nas nedikir. Di hefteyekê de 3 roj wî bi ambulansê dibin nexweşxaneyê. Tu hêza wî ya li ber xwe bide nemaye. Em naxwazin ji niha şûn ve li girtîgehê bê dermankirin û em dixwazin kêliyên jiyanê yên dawî li gel me be û em li ber serê wî daxwazên wî bînin cih.”    BANGA PIŞTEVANIYÊ LI STK’YAN KIR    Ozkan bertek nîşanî rapora ATK’ê ya “dikare li girtîgehê bimîne” da û wiha got: “Heke dikare di girtîgehê de bimîne çima hefteyê 3 rojan wî dibin nexweşxaneyê. Diyar e ku Bahtiyar Aydin ji aliyê kî ve hatiye kuştin. Kujerên wî li holê ne. Neberdana bavê min bêhiqûqî ye. Ji bo bavê min berdin em li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê dest bi çalakiya rûniştinê bikin. Ez bang li saziyên civakî yên sivîl jî dikim ku piştevaniyê bidin me.”