5 meh in ji bo cenazeyê kurê xwe wergirin têdikoşin 2018-08-17 09:20:13 MANÎSA - Cenazeyê Mûrat Kolca ku di operasyona li Çiyayên Amanosê de jiyana xwe ji dest da, her çend malbatê cenaze teşhîs kiriye jî dîsa nadin. Malbata Kolca 5 meh in ji bo wergirtina cenaze têdikoşin.    Di 6'ê Nîsanê de di operasyona li Çiyayê Amanosê ya li Dortyola Hatayê de 8 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji van HPG'iyan jî Mîrat Kolca (Dijwar Şoreş) bû. Di ser operasyonê re 5 meh derbas bûn, lê hêj cenaze nedane malbatê. Piştî bûyerê malbata Kolca ji bo wergirtina cenaze serî li Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê dabû. Malbatê diyar kir ku 7 cenazeyên din nedihatin teşhîskirin, lê wan yê kurê xwe Mûrat Kolca teşhîs kiriye û 5 meh in nikarin cenaze wernegirin. Bav Abdulhamît Kolca, destnîşan kir ku Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê tim ji wan re dibêje hîn DNA bi encam nebûye û xwest demildest dawî li vê derhiqûqiyê bê.    Bav Abdulahmît Kolca, da zanîn ku piştî wan cenaze teşhîs kiriye ew û hevjîna xwe ji bo DNA'yê nimûne dane û got: "Lê 5 meh derbas bûn, hîna jî tiştek tune ye." Kolca, destnîşan kir ku di misilmantiyê de tiştekî wisa tune ye û ew dixwazin cenaze ji "goristana bkesan" wergirin û bibin li bajarê xwe defin bikin. Kolca, diyar kir ku ji roja ku wan xebera mirina kurê xwe bihîstiye xew neketiye çavên wan û got: "Bi rastî jî eger misilmantî zanibûnan, dê evqas zilm li cenaze nekirina. Jixwe ew mirov miriye. Mirî nayên şewitandin, îşkence lê nayê kirin û ev derî mirovatiyê ye. Em du mirovên extiyar çûn Edeneyê. Axirê xizmên me hebûn, an jê em ê perîşan bibûna. Em kesî nas nakin. Çend caran çûm hatim, lê deng ji wan dernayê. Wekî ku henekê xwe bi mirovan bikin nêz dibin."    ‘EM TIM DIÇIN EDENEYÊ'    Kolca got: "Eger hestiyên zarokên me jî mabin, em dixwazin hay jê hebin. Dê kurê min heta dawiyê li cem wan nemîne. Ji bo çi kurê min li goristana bêkesan vedişêrin? Bila bidin me em biçin veşêrin. Bila goreke me ya ku em karibin li ser dua bikin hebe. Yanî me baş fêm kir ku edalet, hiqûq tune ye. Cenazeyên kesên tevî kurê min mirin dan malbatên wan. Tim li Saziya Tiba Edlî digerim, tim diçim Edeneyê. Lê em ê tim doza cenazeyê xwe bikin û li ber xwe bidin."    ‘MIN JI BIRÎNA LI SER ÇAVÊ WÎ EW NAS KIR'    Dayik Zekiye Kolca j, diyar kir ku qet nebe bila hestiyên wî bidin û got: "Eger zarokên dayikên leşkeran bên kuştin û îşkence li wan bê kirin dê çi hîs bikin? Bila bifikirin. Cenaze hatiye teşhîs kirin, lê nadin. Dibêjin em welatekî misilman in û li mizgeftan nimêjê dikin. Ka misilmantî. Ez nikarim ji evana re bêjim misilman. Eger misilman bin û wijdan bi wan re hebe dê cenazeyê me bidana me. Min cenazeyên li wir hemû dîtin, hemû şewitî bûn. Min kurê xwe ji birîna li ser çavê wî nas kir. Min ji şanên li ser çavê wî nas kir. Me şîna wî danî, dost û xizmên me hatin. Lê dixwazim destê xwe bidim kêlika wî."    Kolca, destnîşan kir ku eger hestî tenê mabin jî ew dixwazin bibin li bajarê xwe veşêrin.    MA / Ayşe Surme - Nimet Olmez