Sari: Krîza aborî û ambargoyê dikandarî qedand 2018-08-17 09:17:30 COLEMÊRG - Dikandarên Colemêrgê û Serokê Odeya Sinetkaran Îrfan Sari, diyar kirin ku di encama  krîza heyî û ‘polîtîkayên ewlekariyê’ yên 3 salên dawî, karê dikandariyê qediya û gotin: “Rûxandinên di sala 2016’an de, krîza aborî ya heyî û marketên mezin ên hatin vekirin, darbeyek mezin li dikandarên biçûk xist."  Ji ber encamên krîza aborî û “Polîtîkayên ewlekariyê” yên 3 salên dawî, li herê pişta dikandaran şikand. Dikandarên li Colemêrg û navçeyên wê hatin ber îflasê, bi taybetî piştî bazirganiya ser sînor ji holê hat rakirin, rojên zor û zehmet dijîn. Dikandarên Colemêrg, Gever û Serokê Odeya  Sinetkaran Îrfan Sari, derbarê krîza aborî û encamên wê yên li bajêr tên jiyîn de axivîn.    DIKANDAR LI HEMBERÎ KRÎZA ABORÎ LI XWE DIDIN   Sari, diyar kir ku ji ber rûxandin û hilweşandinên li herêmê dikandaran zirarek mezin dîtin û wiha axivî: “Dikandarên ku zirarek mezin dîtin, niha bi darbeya krîza aborî re rû bi rûne. Bi taybetî rûxandinên di sala 2016’an de, krîza aborî ya niha tê jiyîn û herî dawî marketên mezin ên li navenda Colemêrgê û navçeyên wê hatin vekirin, mirov anîne ber îflasê. Bi vekirina marketan, armanc dikin ku dikandarên bajêr ceza bikin. Bi amûrên ji dikandarên herêmê dikirîn, hatina pereyên gerim ava dikirin. Pereye gerim ê ji herêmê dihat girtin, ji bo abotiya gel navçeyê dahatûyek baş bû. Lê piştî marketên mezin hatin vekirin, hemû pereyên gerim li navda xwe digirin û amûran ji derve tînin.”    ‘AMBARGO DANÎNE SER HERÊMÊ’   Sari, anî ziman ku pêkanînên qedexeyên li herêmê, bandorek mezin li ser dikandaran dike û wiha bilêv kir: “Gelê ku berî li gundê xwe dijiyan, bi aboriya xwe re, jiyana xwe ya civakî û jiyana xwe ya siyasî re bûbûn yek û jiyanek xweser ava kiribûn. Lê ev gel îro berbend bûye û her ku diçe ji axa xwe tê qûtkirin. Qedexeyên heyî vê qûtbûyînê bi xwe re tîne û ev li ser civakê tê ferzkirin. Ji ber van ferzkirina hêdî hêdî gel ji hilberînê dûr dikeve û dikeve rewşa xeritandinê.  Krîza heya ne tenê mirov ji axê dûr dixe, di heman demê de ji hilberandinê jî dûr dixe. Pergalê ambargoyek daniye ser herêmê û vê jiyana bi ambargo pêşkêşî gel dike.”    Sari, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Rewşa aboriyê ya li Geverê, qûrbanî polîtîkayên ewlekariyê dikin. Nêzîkatiyên tenê ewlekariyê difikirin, divê bên terk kirin û ji bo başiya aboriya gel pêngav bên avêtin.”