Şewata li Dersimê ji Wezîr Pakdemîrlî hat pirsîn 2018-08-16 16:36:21   DERSIM - Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu, şewata daristanan a li navçeya Xozatê berdewam dike, ji Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî pirsî.     Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu, şewata daristanên navçeya Xozatê ji Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî pirsî. Onlu ji bo Pakdemîrlî bi bersivîne pirsname da Serokatiya Meclîsê. Onlu, diyar kir ku di encama bombebaranên helîkopter û topên hewanê yên ji Qereqola Amûtka ya navçeya Xozata Dersivê hatin avêtin, ji hefteyekê zêdetire daristanên Alîbogazi, Zozanên Bozan, herêmên Zogar, Derekoy, Kozkûca, Zengî û Degirmendere dişewitin û her ku diçe şewat berfihe dibe.    ‘HEWL DIDIN HERÊMÊ BÊ MIROV BIKIN’   Onlu, anî ziman ku gundiyên di sala 1990’an de ji Dersimê hatin koçber kirin, di sala 2000’an de cardin vegeriyan gundê xwe û wiha got: “Bi teybetî ev herêm tên şewitandin ka ku dîsan van herêman bêmirov bikin. Gelê herêmê ji bo derbara xwe bike, sewalkariyê û çandiniyê dikin. Bi polîtîkayên şewitandina herêmên daristanan, hewl didin xebatên aboriya gel tune bikin. Berî dem derbas bide divê şewata daristanên Dersimê bê vemirandin û ji bo çarek din şewat rû nede tedbîrên baş bên girtin.”