Evran: Para DYA di êrîşa Şengalê de heye 2018-08-16 16:11:02   ENQERE - Seyît Evran ê bi salane li Herêma Kurdistana Federal rojnamegertiyê dike, derbarê êrîşa Şengalê ya Îsmaîl Ozden tê de jiyan xwe ji dest da de, diyar kir ku êrîş beyî DYA’ya bi Tirkiyeyê re dinava krîzê deye, ne mimkûne pêk were.     Seyît Evran ê bi salane li Herêma Kurdistana Federal a Iraqê rojnamegertiyê dike, êrîşa hewayî ya balafirên şer ên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) ên li ser Şengalê nirxand. Evran, diyar kir ku êrîşa piştî hevdîtina Serokkomar Tayyîp Erdogan û Serokê Iraqê Haydar El-Îbadî pêk hat û di êrîşê de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) tê de jiyana xwe ji dest da, ne tesadûfe.     ‘DIBE KU JI BERÊ DE HATIBE PLANKIRIN’   Evran, anî ziman ku ev êrîş di salvegera komkujiya gundê Koço ya Şengalê pêk hat de jî, ne tesadûfe û wiha got: “Dewleta Tirkiyeyê dibe ku ji berê de plan kiribe. 15’ê Tebaxê roja komkujiya mezin a ji aliyê DAIŞ’ê ve li gundê  Koço pêk hatiye. Dibe ku bi awayekê zanebûn ev êrîş xistibên vê rojê.”    ‘PARA DYA JÎ HEYE’   Rojnameger Evran, destnîşan kir ku Meclîsa Gel a Şengalê têkildarî êrîşê, lêpirsîn da destpê kirin û wiha bilêv kir: “Wisan xuya dike ku div ê êrîşê de tiliya hin hêzan hene. Dibe ku hin kesên bi îstîxbarata tirk re dixebitin, di vê êrîşê de rol girtibin. Lê ya rastîn, pirsa bingehîn a divê bê pirsîn wihaye; Dewleta Tirk, dema dixwaze, çawan dikare êrîşa hewayî pêk bîne? Gelo bêyî DYA çawan dikare êrîşek wiha pêk bîne? Ji ber ku saheya hewayî ya Iraqê, dibin kontrola DYA’yê deye. Ji ber vê yekê, deme em li bûyerê mêze dikin, wisan xuya dike ku para DYA di vê êrîşê de heye. Em dikarin bêjin ‘DYA xwedî rolek mezine.’ Tirkiye niha bi DYA re krîzek cîdî dijî. Lê ne mimkûne ku êrîşek wisa bêyî agahiya DYA pêk bîne.”   Evran, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “ Rojeva yekemîn a Erdogan û desthilatdariya AKP’ê, polîtîkayên dij Kurdan birêve birine.”