Parêzerê Brunson: Em dê dîsa îtîraz bikin 2018-08-16 14:29:43   ÎZMÎR - Piştî îtîraza parêzerên Rahîp Andrew Brunson a hepsa malê û qedexeya derketina dervê welat hat redkirin, Prz. Îsmail Cem Halavurt, diyar kir ku ew dê dîsa îtîraz bikin. Prz. Halavurt, anî ziman ku ger kontrola edlî neyê rakirin dê serî li AYM û DMME'ê bidin.      Rahîbê DYA'yî Andrew Brunson li Îzmirê di hepsa malê de tê girtin. Parêzerê Brûnson, ji bo hepsa malê û qedexeya derketina dervê welat li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê îtîraz kiribû. Îtîraz hat redkirin, Prz. Îsmail Cem Halavurt, li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê dîsa îtîraz kirin. Prz. Halavurt, diyar kir ku ew dê dîsa îtîraz bikin. Prz. Halavurt, anî ziman ku ger kontrola edlî neyê rakirin dê serî li AYM û DMME'ê bidin.