Li Semsûrê pevçûn: 4 leşker mirin, 5 leşker jî birîndar bû 2018-08-16 13:00:40 SEMSÛR - Di pevçûna li çoltera bajaroka Komur  a Semsûrê rû da de, 4 leşker mirin, 5 leşker jî birîndar bûn.  Li çoltera bajaroka Komur a Semsûrê, pevçûn dinavbera leşkerên derketibûn operasyonê û HPG’iyan de derket. Di pevçûnê de 4 leşkerek mir û 5 leşker jî birîndar bûn. Hat diyar kirin ku leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Semsûrê û pevçûn hîna jî berdewam dike. Hat zanîn ku Fermandariya Herêmê ya Cendirmeyan a Edeneynê piştgiriya hewayî ji bo herêma operayonê şand.