Xeta SMS a Şaredariya Mêrsînê têk birin û peyama 15’ê Tebaxê ji milyonan re şandin 2018-08-16 12:24:28 MÊRSÎN – Komek navê “AriHackTeam Kurdish Hackers” li xwe kir panela SMS’ê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê têk bir û peyama pîrozbahiya 15’ê Tebaxê ji milyonan kes re şand.  Komek navê “AriHackTeam Kurdish Hackers” li xwe kir bi boneya salvegera çalakiya çekdarî ya ewil a PKK’ê ku roja 15’ê Tebaxa 1984’an pêk hat, panela Xizmeta Peyamên Kin (SMS) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê têk bir û bi riya “MERSIN 153” peyama pîrozbahiya 15’ê Tebaxê ji milyonan kes re şand.    Komê di peyamê de wiha got: “Cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê ku bi fermandar Egît destpê kir, dê veguhere cejna serkeftin û rizgariyê. Îro bi milyonan kesên li Kurdistanê bûne Egît dê bibe xwediyê tolhildana herî mezin. Bimre faşîzm, Bijî ruhê 15'ê Tebaxê, Bijî Rêber Apo, Bijî PKK.. AriHack Team Kurdish Hackers."    ŞAREDARÎ: ELEQEYA WÊ BI ME RE NÎNE    Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê têkildarî mijarê di hesabê xwe yê Twîtterê de daxuyanî da û got eleqeya wan bi peyamên hatine şandir re nîne.    Şaxa Têkoşîna li dijî Sûcên Sîber a Miduriyeta Polîsan der barê bûyerê de operasyon da destpêkirin.