Piştgiriya ji bo mertalên zindî zêde dibe 2018-08-16 11:53:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Komek ciwanên Bakurê Sûriyeya Demokratîk çûn piştgirîya çalekvanên mertalê zindî yên li Qendîlê.   Komek  ciwanên li herêma Bakurê Sûriyeya Demokratîk yên ji bo piştgiriya çalekiya Mertalên Zindî ya ciwanên li Qandilê, hatin Qendîlê û daxuyanî dan. Şîlan Rojave daxuyanî xwend. Şilan Rojeva, diyar kir ku ew ne tenê ji bo piştgirî dayîna çalakiya mertalên zindî hatine û wiha got: "Em di heman deme de ji bo ji dagirker û hevkarên wan re bidin diyarkirin ku wê bi tu şêweyî nekarin rê li ciwanên Kurdistanê bigirin û em ciwanên Kurdistanê li kur dibin bila bibin emê bi rêxistinbûna xwe ji dagirkeran re bibin bersiv hatıne. Em weke ciwanên Rojavayê Kurdistanê  ji bo piştgiriya çalekiya ciwanên Başûrê Kurdistanê ya Mertalên Zindî hatin  Qendîlê. Bi vê çalekiyê hem em piştgirî didin mertalê zindî û di heman demê de,  ji bo dijminên Kurdan bizanibin  wê  bi tu rê û rêbazan  bi vîna ciwanên Kurdan nekarin  û ji bo em bi wan bidin diyarkirin ku wê tu caran nekarin me perçe bikin, ji bo wê em li virin. Em weke Jinên Ciwan û Ciwanên Welatparêzên Kurdistanên li beramberî hemû şêweyên fikrên dagirkerane. Amadene ku tekoşîneke heya em Kurdistanên ji wan dagirkeran azad bikin, bê rawestan bimeşînin. Em silavên xwe ji hevalên xwe yên ku li Rojavayê Kurdistanê bi heman armancî wan ji li beramberî dagirkeriyê li Sêmalkan çalekiya xwe ya Mertalên Zindî didin meşandin re dişinin. Em dibêjin ferasetê dagirker û desthilatdaran hertim hemane. Demê ku li Rojavayê Kurdistanê bi heman armancî me ji çalekî dikir, ew dem jî PDK’ya bi fikrê deshilatdar û dijminê Kurdan tev digeriya rê nedan ku ciwanên Başûrê Kurdistanê werin piştgiriya Rojavayê Kurdistanê. Dîsa vêcarê heman zîhniyek rê ji ciwanên Rojavayê Kurdistanê re digire ku werin Qendîlê ji bo piştgiriya ciwanên Başûrê Kurdistanê. Em jî weke Jinên Ciwan û Ciwanên Welatparêz bi serhildan û çalekiyên xwe wê bersivên herî baş bidin dagirker û hevkarên wan.”    Ciwanan bi dirûşmeyên "Serî hilde dagirkerî têk bibe" çalakî bi dawî kirin.