Germava Zerene ji ber bêxwedîbûnê tune dibe 2018-08-16 09:16:26 COLEMÊRG – Germava Zerene ya di navbera Colemêrg û Wanê de ji ber bêxwedîtiyê her diçe nayê bikaranîn. Ji vegirtina qûnaxbûnê bigire gelek pirsgirêkên wê hene. Welatiyên diçin germavê gotin: “Li şûna em şîfayê bigirin, lê em tengasiyên mezin re rû bi rû dimînin.”  Germava Zerene ya li Colemêrgê ku wek cihê şîfayê tê zanîn ji ber bêxwedî derketinê êdî nayê bikaranîn. Germava aîdî Îdareya Taybet a Bajêr di sala 2016’an de bi berdêla çêkirina germavê kargehiya wê da esnafê ji Colemêrgê Ramazan Akbaş. Akbaş dema xebitandina germavê dewr girt lênihêrîna wê çêkir û got êdî derfetên ew li ser germavê bide nameye.    LI BENDA ALÎKARIYÊ YE    Akbaş anî ziman ku ji ava vexwarinê bigire heta cihê mayînê gelek pirsgirêkên germavê hene û heta îro Îdareya Taybet a Bajêr ji bo cih keyskirinê ji bilî çend kesan şandina makîneya kar tu piştevanî nekiriye. Akbaş destnîşan kir ku pêdiviya wan bi piştevaniya ji nû ve çêkirina germavê heye û germav beşek a jinan û beşek ya zilaman e û van her du beşan jî wî çêkiriye.   ‘DIVÊ RAYEDAR XWEDÎ DERKEVIN’    Tevfîk Baykara yê ji Geverê ji bo şîfayê hat germavê jî got ji bo şîfayê hatiye germavê û xwest rayedar li germavê derkevin û nû bikin. Baykara diyar kir ku ji bilî vê germavê li herêmê germav tune ne û ji bo feydeya herêmê çi dibe bila bibe divê ev germav bê çêkirin.    JI HER NEXWEŞÎNÊ E RE DERMAN E    Ji xebatkarên germavê Nazmî Çîftçî jî da zanîn ku germav ji her nexweşînê re derman e û germav ji bo nexweşînên mîna romatizma û weşandina por baş e.    ‘EXTIYAR NIKARIN WERIN’    Zehra Tomrus a ji Geverê bi cîranê xwe re hat germavê jî destnîşan kir ku gelek kêmasiyên germavê hene û got: “Ji bo van kêmasiyan divê rayedar bikevin tevgerê. Ez ji ber nexweşînên xwe hatime vir. Hem bi heqê xwe ye û hem jî derfetên vir kêm in. Nexweş tên vir lê rêyek wê ya birêkûpêk nîne. Li germavê pirsgirêka mayînê heye.”    'LI EM JI BO ŞÎFAYÊ TÊN LÊ EM BI TENGASIYAN HEVRÛ DIMÎNIN’    Zamîde Kurt jî anî ziman ku ew ji bo şîfayê hatine germavê û got: “Tu tiştek xizmetê li vir nîne. Li şûna em li vir li şîfayê bigerin lê em tengasiyan dijîn. Hemin vê germavê çêkirine bila tiştekî baş çêbikin.”