Salvegera 2’yemîn a rizgarkirina Minbicê hat pîrozkirin 2018-08-15 17:37:53 MINBIC - Li Minbicê salvegera 2’yemîn a rizgarkirina Minbicê bi dirûşmeya "15‘ê Tebaxê ronahiya Minbica Azad e" hat pîrozkirin.    Bi tevlîbûna bi sedan şêniyên bajarê Minbicê yên Kurd, Ereb, Çerkes û Tirkmen mîtînga pîrozbahiya salvegera 2’yemîn rizgarkirina bajarê Minbicê li qada dibistana Xesaniya dest pê kir.Cihê pîrozbahiyê bi al û sembolên şoreşa Bakurê Sûriyeyê, pankartên "Çîroka Minbicê bi destê zarên wê dest pê kir û bi xwîna şehîdan di 15‘ê Tebaxê de bi ser ket, Minbic perdeya tarî rakir û riya jiyanê ronî kir, Minbic di salvegera duyemîn a rizgarkirinê de tekez dike ku bi îradeya serkeftinê re pêşketin berdewam e, Minbic dîroka dewleta Osmanî qebûl nake" hatin xemilnadin. Di heman demê de alên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Meclisa Jin a Minbicê, Hêzên Erka Xweparastinê, Ciwanên Minbicê û Komeleya Tirkmenan hatibûn daliqandin.Ji herêm û bajarên Firat, Tebqa, Reqqa û Dêrazorê şande beşdarî mîtîngê bûn. Balkêş bû ku gelek şêx û rûspî jî beşdarî mîtînga pîrozbahiyê bûbûn.    Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê dayikên şehîdan kevokên Spî firandin û merasîmek leşkerî ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ve hat lidarxistin.   Di berdewamiya mîtîngê de axaftin hatin kirin û komên çand û hunerê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.