Li Semsûrê 3 kes hatin binçavkirin 2018-08-15 14:10:49 SEMSÛR – Li navçeya Kolikê polîsan bi ser malan de girt û 3 kes binçav kirin.   Li navçeya Kolikê ya Semsûrê polîsan serê sibê bi ser malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Emre Vural, Mahmut Ulaş û Engîn Karşilayan binçav kir.    Hinceta binçavkirinê nehat zanîn û her sê kesan birin Miduriyeta Polîsan a Kolikê.