Hevşaredara Dersimê Altun nehat berdan 2018-08-15 13:27:46 DERSIM – Danişîna doza Hevşaredara Dersimê Nurhayat Altun hat dîtin û dadgehê daxwaza parêzeran a berdanê red kir.  Danişîna 7’emîn a doza Hevşaredara Dersimê Nurhayat Altun ku bi îdiaya “Rêvebera rêxistinê ye” li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa F a Kandiriya Kocaeliyê tê darizandin hat dîtin. Danişîn li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dersimê hat dîtin. Altun beşdarî danişînê nebû û parêzerên wê amade bûn. Parêzeran daxwaza berdana miwekîla xwe kir. Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran red kir û danişînê taloqî 10’ê cotmehê kir.