Li Antalya agir bi daristanê ket 2018-08-15 12:04:14   ANTALYA - Li navçeya Kumluca ya Antalyayê agir bi daristanê ket. Hewldana vemirandina agir didome.    Li navçeya Kumluca ya Antalyayê agir bi daristanê ket. Li herêma Çemê Alakir di saetê serê sibê de agir bi daristanê ket. Nehat zanîn ku çima şewat derketiye. Yekîneyên Midûriyeta Herêma Daristanê 5 helikopter, 2 balafirên amfibik, 15 arazoz û 2 dozer şandin herêma şewatê. Hewldana vemirandina şewatê didome.