Sariyildiz: Krîz bi şerê li dijî gelê Kurd re destpêkir 2018-08-15 11:32:10 ENQERE - Parlamenterê HDP’ê yê berê Faysal Sariyildiz, bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê tê jiyîn û got: “Ev krîz bi şerê Erdogan ê li dijî gelê Kurd da destpêkirin re derket holê.” Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê yê berê Faysal Sariyildiz, krîza siyasî û aborî ya li Tirkiyeyê tê jiyîn nirxand û wiha axivî: “Mijara Brunson, ev demek dirêje didome. Ji ber ku wisan naçe êdî krîz bi xwere anî. Erdogan demek dirêje, dinava  pergalên cîhanê de, bi rêyên şantajê cuda hewl dide hebûna xwe berdewam bike. Heya demekê, ket nava lêgerînê ku têkiliyên xwe bi Rûsya û Çînê re baş bike. Gava ev kir jî, hewl da şantajê li DYA bike. Bi vî awayê DYA êdî bertek nîşanda. Êdî polîtîkayên Erdogan têk çûne û ev polîtîka dibin sedemên krîzan. Desthilatdarî ji bo têkçûyînê qebûl neke, hewl dide cihên cuda weke berpirsiyar nîşan bide. Weke ku tê îdîakirin, li dijî serxwebûna Tirkiyeyê tu êrîş tune ye. Kurt û kêmasî dixwazin fatureya krîzê bi welatên derve ve girê bidin û ev     ‘DI NAVENDA KRIZÊ DE PIRSGIRÊKA GELÊ KURD HEYE'   Sariyildiz, anî ziman ku sedema bingehîn a krîza heyî neçareserkirina pirsgirêka gelê Kurde û wiha got: “Erdogan bi rêbaz û bersivên pir cuda, bersiv dan daxwazên demokratîk û meşrû yên gelên Tirkiyeyê û Kurdan. Ev yek bi vê eleqedere. Sedam krîzê ne tene îktîsadiye. Ev bi serê xwe manîpulasyone. Bi awayekê zanebûn ser sedemên krîzê digirin. Ji ber ku di navenda krîzê de Kurd hene. Erdogan û hêzên tarî yên dewletê di sala 2016’an de li dijî gelê Kurd, derdorên şoreşgerên Tirk, tevgerên demokratîk û Elewiyan şer îlan kirin. Erdogan li Kurdistanê sûcên pir mezin ên dij mirovahiyê kirin. Di dîroka Komarê de, yekem car bajarên Kurdistanê ji nexşerêyê hatin jêbirin. Bêguman vê darbeyek giran li maliyeta Tirkiyeyê da. Ne tenê maliyata maddî, di heman demê de, di warî manewî de jî darbeyek li maliyetê xistin. Ji ber ku Erdogan sûcê şer kiribû û gunehên mezin kirin.”   'LI TIRKIYEYÊ SERMAYEYA HEYÎ NE DI EWLEKARIYÊ DEYE'   Sariyildiz, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dema em li krîza heya ya li Tirkiyeyê mêze dikin, bi tu awayî n sermayeya biyanî û ne jî sermayeya Tirkiyeyê di ewlekariyê deye. Krîz li ku derê hatibe destpêkirin divê mirov ji wir destpê bike. Ev krîz bi şerê Erdogan ê li dijî gelê Kurd da destpêkirin re derket holê. Ji ber vê yekê divê berê xwe bide wir.”   MA / Selman Guzelyuz