Li Stenbol û Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin 2018-08-15 10:46:13   STENBOL – Li Stenbol û Şirnexê polisan bi ser gelek malan de girt û gelek kes hatin binçavkirin.    Li Stenolê polîsan şevê din hemwext bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçav kirin. Yekîneyên tîmên taybet ên polîsan bi maşîneyên zirxî bi ser malan de girtin. Polîsan piştî bi ser malan de girt û lêgerîn kirin zarok jî di navde gelek kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin û navê wan hat fêrbûn wiha ne: "Nihat Demir, Veysi Demir, Ziya Kartal, F.Ç., N.Ç., K.T."   LI CIZÎRÊ JÎ GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN   Yekîneyên tîmên taybet ên polîsan li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bi ser gelek malan de girt. Polisan li Cizîrê di serdegirtina malan de gelek kes binçav kirin û birin Midûriyeta Polisan a Cizîrê. Kesên hatin binçavkirin û navê wan fêr bûn wiha ne: Nurettin Bayik, Hanife Sakin, Adil Çomlek û Faruk Cilasun.