Dêra ku wekî 'navenda pêşvexistina turîzmê' hat îlankirin niha hindik maye birûxe 2018-08-15 09:13:05 RIHA – Desteya Wezîran Dêra Germûşê ya aîdî ermeniyan wekî "navenda pêşvexistina turîzmê" îlan kiribû, lê belê hîn jî ji bo parastina dêrê tu gav nehatine avêtin. Her wiha defîneger dêrê hedef girtine û niha bi rûxandinê re rû bi rû ye.  Li Rihayê Dêr Germûşê ku tê texmînkirin di sedsala 19'an de ji aliyê ermeniyan ve hatiye çêkirin, niha bêxwedî maye. Dêra ku li gundê Germûşê yê navçeya navendî Halîliyeyê ye, li ser hewldana Qeymeqamtiya Halîliyeyê di Bernameya Destekê ya Darayî ya 2018'an a Ajansa Pêşvexistinê ya Karacadagê de cih girt, lê belê her çend di bernameya ajansê de cih girtibe jî heta niha der barê dêrê de tu xebat nehatine kirine.    DEFÎNGERAN BERÊ XWE DA DÊRÊ    Di sala 2013'an de di nûçeyan de jî cih girtibû ku Dêra Germûşê wekî axur dihat bikaranîn û niha her diçe rewşa wê xirabtir dibe. Defînegerên ku musaledtî dêrê dibin, li hundurê dêrê û ber dîwarên wê li defîneyan digerin û ji bo vê dikolin. Piştî ku di çapemeniyê de cih girt rayedaran notirvanek da ber dêrê, lê belê ji bilî vê heta niha tu tişt nehatine kirin.    Li dora dêrê gelek koncal hatine kolandin û ev yek zirarê dide avaniya dîrokî ya dêrê û her wiha di meheke dawî de li ber stûnên dêrê koncalên ku bi kûrahiya xwe du metre hatine kolandin û dibe ku ji ber van koncalan dêr birûxe. Di 23'yê Cotmeha 2011'an de li ser pêşniyaza Wezareta Çand û Turîzmê, Desteya Wezîran dêr wekî "navenda pêşvexistina turîzmê" îlan kir û her çend 6 sal derbas bûbin jî heta niha ji bo vê tu tişt nehatine kirin.