Çiyanê Xozatê hatin bombebarankirin 2018-08-14 12:53:28 DERSIM - Balafirên şer, helîkopter û SÎHA herêmên çolterên navçeyên Xozatê bombebaran kirin.    Hat ragihan ku ji seatên serê sibê ve Çiyayê Sîncîk ê navçeya Xozata Dersimê hatin bombebarankirin. Li gorî çavkaniyên herêmî, hin herêmên çiya destpêkê ji aliyê balafirên şer F-16 ve hatin bombebaran kirin û dûre SÎHA û helîkopterên tîpa kobara herêm bombebaran kirin. Hat diyar kirin bombebarankirin nêzî 2 saetan berdewam kir û balafirkên bêmirov li ser herêmê digerin. Hat îdîakirin ku cih bi cih peçvûn diqewimin û tevgera leşkerî jî berdewam dike.