Hişê xwe winda kir lê wî sewqî nexweşxaneyê nakin 2018-08-14 10:41:20   MÊRDÎN – Ugur Yeloglu (27) yê pirsgirêkên derûnî dijî û hat girtin, li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T a Rihayê tê ragirtin hişê xwe winda kir. 7 meh in îdianameya Yeloglu nehatiye amadekirin û tevî ku hişê xwe winda kiriye jî wî sewqî nexweşxaneyê nakin.    Ugur Yeloglu yê 27 salî li ser fermana Dozgeriya Mêrdînê bi îdiaya “Bi zanebûn û xwestek alîkariya rêxistinê kiriye” dema li Stenbolê dixebitî di meha çile ya 2018’an de hat binçavkirin û pişt re hat girtin. Yeloglu piştî hat girtin wî şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.    Ji ber pirsgirêkên derûnî dijî dem bi dem krîz derbas dike û her tiştî ji bîra dike. Rewşa tenduristiya Yeloglu di du mehên hucreya yek kesî de ber bi xerabûnê ve çû. Yeloglu piştî du mehên hucreya yek kesî hişê xwe winda kir, sewqî Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T a Rihayê hat kirin. Yeloglu li vir jî demek kin di hucreya yek kesî de hat ragirtin û li ser pirsgirêkên derûnî lê zêde bûn, nikaribû bi serê xwe bijî û piştî vê yekê hildan qawîşê.    ‘HEVSENGIYA WÎ XERA BÛYE’    Li gorî agahiyên hevalên wî di qawîşê de dan û diyar kirin ku Yeloglu nikare bi tena serê xwe xwarin bixwe û her tiştî ji bîra kiriye û hevsengiya wî xera bûye û peywîrdarên tenduristiyê yên girtîgehê bi dermankirina wî re eleqedar nabin.    Hevalên wî anîn ziman ku ji ber vê yekê her roja diçe rewşa Yeloglu xera dibe û xwestin wî li nexweşxaneyek baş bidin dermankirin.    7 MEH IN ÎDANAME NEHATIYE AMADEKIRIN    Yeloglu yê 7 meh bi vî halî dijî hêj îdianameya wî nehatiye amadekirin. Parêzerê Yeloglu, Abdulkadîr Aslan diyar kir ku niha ne diyar e dê kengê îdianameya miwekîlê wî amade bibe. Aslan anî ziman ku ji bo miwekîlê wî li nexweşxaneyek baş bê dermankirin serlêdana fermî kirin e û lê hêj bersiv negirtine. Arslan destnîşan kir ku ji ber biryara “nepen” li ser dosyeya miwekîlê wî heye nizanin di naveroka dosyeyê de çi heye û li gel rapora tenduristiyê ya miwekîlê wî “nikare biçe leşkeriyê” heye jî rewşa wî tê pitguhkirin.