Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Em ê gelê xwe biparêzin 2018-08-14 10:18:50 MINBIC – Du sal bi ser rizgarkirina Minbicê ya ji DAIŞ'ê derbas bû. Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Dervîş diyar kir ku ew li cem kesên ji DAIŞ’ê birîn girtine ne û dê wan biparêzin û got: “Em bi bawerin salvegera duyemîn a bajarê me dê rojên azad ji bo her kesî bîne.”    Bajarê Minbicê ya di bin kontrola Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de xwe ji salvegera 2’yemîn a rizgarkirina ji DAIŞ’ê re amade dike. Li cihên cuda yên bajêr şahî tên lidarxistin û şervanên di operasyonê de jiyana xwe ji dest dane tên bibîranîn. Minbic yek ji bajarên xeta girîng a qada Sûriyeyê ye. Piştî azad bû heta niha ji rojeva Tirkiyeyê derneketiye. Dem bi dem Tirkiye li dijî Minbicê gefên xwe didomîne. Tirkiye gellek caran got ew di sînorê li Çemê Sacûrê de ketine Minbicê. Her çiqas Tirkiye wiha bibêje jî lê dîmenên li herêma Sacûrê ya ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê (MA) ve hatin kişandin tê xuyakirin ku rewş ne wek Tirkiye dibêje ye.    GUNDÎ JIYANA XWE YA ROJANE DEWAM DIKIN    Herêma li bakûrê bajêr di navbera Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Çekdar ên Tirkiyey3e (TSK) û komên girêdayî wê yên Mertalê Firatê de nêzî kîlometroyek heye dûrî heye. Li hin cihan ev mesafe 300 mîtro ye. Li herêmê tevgera komên Mertalê Firatê tê dîtin. Şêniyên gundên li ser sînor jiyana xwe ya rojane dewam dikin. Gundî li herêma di bin kontrola Meclîsa Leşkerî de sewalên xwe diçêrîne û cotkariya xwe dikin. Li herêma ji Ezazê heta Cerablûsê welatiyên Sûriyeyê yên dixwazin biçin bajarên Bakurê Sûriyeyê yên din rê ji bo wan 24 saet vekirî ye. Di çûnehata welatiyan de tu pirsgirêk dernakeve. Li herêmê tevgerek bazirganî jî xwe dide nîşandan.    REWŞA DAWΠ   Di navbera her du aliyan de leşkerên DYA û Fransa yên girêdayî koalîsyonê tên peywîrdarkirin. Her tim di çapemeniya tirk de nûçeyên “dewriye digerin” jî girêdane prosedurê. Tirkiye û komên girêdayî wê dema derdikevin dewrliyê hêzên koalîsyonê agahdar dikin. Danê serê sibê û esir jî ev xebatên leşkerî pêk tên.    DERVÎŞ: GEL Û ŞERVAN BI HEV RE TEVGER DIKIN    Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Dervîş rewşa dawî ya li bajêr vegot. Dervîş diyar kir ku tehdîdên DAIŞ’ê ji ser bajêr rabûye, lê zextên komên Mertalê Firatê li ser bajêr dewam dike. Dervîş wiha axivî: “Heta roja îro gelek rê ceribandin. Lê em di salvegera duyemîn a rizgarkirina bajarê xwe de ne. Gelê me tevî wan tehdîdan jî li ser piya ye û xwe bi xwe birêve dibe. Em xwedî rêxistinek ku bajêr diparêzin. Tiştên ji bo Minbicê tê gotin ne rast e. Tirkiye û komên girêdayî wan li peyin ku li herêmê tevlîheviyê derxin. Ne em û ne jî gelê me dê neyê van lîstokên wan.”    ‘EM Ê PARASTINA GELÊN XWE BIDOMÎNIN’    Dervîş destnîşan kir ku ew li cem kesên DAIŞ’ê wan birîndar kirine ne û dê wan biparêzin û got: “Em bi bawerin salvegera duyemîn a bajarê me dê rojên azad ji bo her kesî bîne. Em ê birêh azadiyê û coşa rizgariyê salvegera duyemîn pîroz bikin û em her kesî vedixwînin pîrozbahiyan.”    MA / Nazim Daştan