Di avêtina ser malan de diyalogeke ecêb 2018-08-14 09:16:55 EDENE - Di avêtina ser malê de polîs dema çekê dispêre serê ferdekî malbatê û dema ferdên malbatê bertek nîşanî vê rewşê didin, polîsek din bersiveke ecêb dide û dibêje: "Ev heval nû ye." Polîsan di 12'ê Tebaxê de li Taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhan a Edeneyê bi hinceta "Materyalên rêxistinî û PKK'yî hene" avêtin ser 6 malan. Yek ji van malan jî mala solîstê Koma Pel Îlyas Arûz ye. Polîsan di avêtina ser malan de deriyê malan şikandin û ketin malan. Hat diyarkirin ku di dema avêtina ser malan de polîsan sîxurî li hin ferdên malabatan ferz kirine. Di dema avêtina ser malan de solîstê Koma Pel Îlyas Arzû ne li mal bûye, lê belê polîsan avêtiye ser kîjan malê li wir li Arzû pirsî ne. Arzû, bilêv kir ku bi vî awayî polîs dixwazin wî îllegal bike.    'ALÎKARIYÊ BIDIN ME'    Arzû, bilêv kir ku di dema avêtina ser malan de, ew li Amedê li merasîma cenazeyê lîstikvanê Şanoya Bajar a Amedê Mehmet Emîn yalçinkaya bûye û birayê wî li wî geriyaye » jê re behsa avêtina ser malê kiriye. Arzû, diyar kir ku polîsan di avêtina her şeş malan de jî lê pirsîne û bi dehan wesayîtên zirxî avêtina ser malan pêk anîne û di dema avêtina ser malan de derî şikandine û got: "Polîsan di dema avêtina ser malan de sîxurî li hin ferdên malbatan kiriye û ji ferdên malbatan re gotine 'alîkariya me bikin.'"    'EZ HUNERMEND IM'    Arzû, destnîşan kir ku polîs dixwazin wî îllegalîze bikin û got: "Ez hunermend im. Vê yekê dizanin, lê dîsa jî dixwazin min îllegalîzzze bikin. Tişta fêm dikim ew e ku dixwazin hunermendên muxalif û şoreşger ji civakê û hunerê îzole bikin. Ev polîtîkayeke faşîst e. Ez li vira me. Eger pirsgirêkeke emniyetê bi min re hebe, dikare bê bi min re biaxive."    Arzû got: "Dibêjin Rewşa Awarte bi dawî bû, lê di dema avêtina ser malan de polîsek çekê dispêre serê birayê min. Lê ji ber xwe li erdê dirêj nekiriye çekê dixe serê briayê kin. Bi rastî jî li gorî tiştên ku diya min gotin, hindik mabûye bûyereke wek a Dîlek Dogan çêbibe. Komîserek mudaxile kiriye. Êdî tu ewlehiya mirovan nemaye. Diya min jê re dibêje 'çiam te gule xist devê çekê?' Polîs jî gotiye 'Ev heval nû ye.' Dê ji bo mirina mirovekî bigotanan 'nizanibû, nû ye.' Ma tiştek wisa dibe? Gotiye 'xwe dirêj bike an jê ez ê bera te bidim.'"    MA/ Hamdullah Kesen