Rewşa Arîna biçûk a girtî nebaş e 2018-08-14 09:16:13   ENQERE - Li Girtîgeha Rihayê, ji ber ku rêveberiya girtîgehê dermanên Arîna 13 mehî ya nexweşîna astimê lê peyda bûye û tevî dayika xwe di girtîgehê de ya nadinê, nexweşîna wê girnatir dibe û zihîf dibe. Bav Mihdî Yilmaz got: "Eger dewletek, hikûmetek nikaribe li pitikekê binere, nexwe bila ew dewlet tune bibe û bi ser xwe de bimire."    Li Girtîgeha Tîpa Jimare 2'yan a Tîpa T a Rihayê, rewşa Arîna 13 mehî ya nexweş a tevî dayika xwe di girtiye, her diçe xirabtir bibe. Mihdî Yilmazê ku di 10'ê tebaxê de hevdîtin bi hevjîna xwe re anî, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê dermanên Arînê nadinê û rewşa wê xirabtir dibe.    'SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ HATIYE KIRIN LÊ JI BER NIVÎS NEHATIYE WÊ NABIN'    Bav Yilmaz, destnîşan kir ku diviya Arîn di 5'ê Tebaxê de sewqî nexweşxaneyê bihatana kirin, lê belê ji ber rêveberiya girtîgehê hîn bersiv nedaye wê nabin nexweşxaneyê. Yilmaz diyar kir ku wî bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin çêkiriye û rêveberî jê re gotiye 'ma daxwaza dermanan kir, me ew bir revîrê, em jî li benda dermana ne. Rêveçûyîneke vê derê heye, her tişt ji ji nişkave nabe.'    ZIHÎF BÛYE    Bav Yilmaz, diyar kir ku tenduristiya Arînê nebaş bûye û got: "Tenê ne di bêhnstendin û vedanê de, her wiha zihîf jî dibe. Dermanan jî andin. Ji ber astim pê re heye, nikare bêhnê bistîne û loma şîr venaxwaze. Ji ber êdî dimeşe, nexweşîna wê zorê lê dike."    Yilmaz bal kişand ser tenduristiya hevjîna xwe Esma Yilmaz jî û got: "Hevjîna min dibê 'keça min li ber çavên min dihele. Dimire û sax dibe.' Rewşa Arînê bandorê li hemû qawîşê dike. Êdî hevjîna min deyax nake. Ji bo em li derve Arînê li derve tedawî bikin min daxwazname da girtîgehê."   Bav Yilmaz, ji bo Arîn bê tedawîkirin ew li ber xwe didin, lê belê ne berdana hevjîna wê ya bi şertê venêrîna edlî ne jî sewqa wê ya ji bo Mêrdînê nehatiye qebûlkirin.   Bav ji bo vê rewşa li wan tê ferzkirin got: "Eger dewletek, hikûmetek nikaribe li pitikekê binere, nexwe bila ew dewlet tune bibe û bi ser xwe de bimire. Lê em ê dev ji vê yekê bernedin. Dibe ku zaroka me nexweş be, dibe ku em bimirin lê qethiyen em ê dev ji fikra xwe bernedin. Dixwazin bi zaroka me em terbiye bikin, lê em naqedin."    MA / Berivan Altan