ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2018'AN 2018-08-14 09:00:57 * Ji bo rêgirtina li ber şideta li hemberî jinê di sala 2012'an de Qanûnan Jimare 6284'an hatibû derxistin, lê belê çend roj berê bi hinceta ev qanûn "mêran mexdûr dike" hatibû protestokirin û û hatibû daxwazkirin ku bê betalkirin. Parêzer Leyla Suren got: "Ne mumkun e ku ji bo vê qanûna ku ewlehiya jinan pêk tîne gav bi paş ve bên dayîn û dev jê bê berdan."  * Aborîzan Ozgur Muftuoglû destnîşan kir ku dê di rojên pêş de tesîrên krîza aborî bêtir beloqî bibin û got: "Ji goşt bigire heta şîr, ji genim bigire heta nokan dê her tişt bê zemkirin."    * Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, ji bo gotinên Serkomar Erdogan ku got "Em di heman keştiyê de ne" got: "Ne êşê me yek bûn, ne jî em di heman keştiyê de man. Tu carî çarenûsa me ne hevpar bûye û dê nebe jî." Seroka EHP'ê Sîbel Ûzûn jî got: "Aşkere ye ku dê gel, kedkar û bloka rejîma yek zişamî û sermayeyê di heman keştiyê de cih negirin."   * Li Bêrecûkê li Bazara Şîreyê ku wargeha turîstên xwecihî û biyanî ye, ev demeke esnafên wê bêyî ku serftihê bikin deriyên dikanên xwe digirin. Esnaf Celal Încebag, diyar kir ku rewşa kar nebaş e, fiyet biha bûne û gelek caran jê jî ew dixisirin.    * Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên li Mêrsînê anîn ziman ku ji roja ku hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatiye qedexekirin, aloziya ku Tirkiye li Rojhilata Navîn re pê re rû bi rû maye her diçe kûrtir dibe. Nûneran got, mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye.    *  Li Girtîgeha Rihayê, ji ber ku rêveberiya girtîgehê dermanên Arîna 13 mehî ya nexweşîna astimê lê peyda bûye û tevî dayika xwe di girtîgehê de ya nadinê, nexweşîna wê girnatir dibe û zihîf dibe. Bav Mihdî Yilmaz got: "Eger dewletek, hikûmetek nikaribe li pitikekê binere, nexwe bila ew dewlet tune bibe û bi ser xwe de bimire."    * Di avêtina ser malê de polîs dema çekê dispêre serê ferdekî malbatê û dema ferdên malbatê bertek nîşanî vê rewşê didin, polîsek din bersiveke ecêb dide û dibêje: "Ev heval nû ye."   *  Şahiya berxbirê ya gundê Bayê yê navenda Colemêrgê, ji ber qedexeyên zozanan coşa xwe  ya berê winda kiriye. Lê ligel vê yekê jî di  şahiyê de dîmenên rengîn û balkêş derketin holê.    * Li gor agahiyan Desteya Bilind a Heşdî Şabî, hêzên xwe yên li herêma Nînova bi taybetî yên li Sinûnê û Rebîa vekişandiye, çend tabur û yekîneyên xwe fesih kiriye û di bin yek fermandariya heremî de kom dike. Hat ragihandin ku di cihê hêzên Heşdî Şabî de leşkerên Artêşa Iraqê hatine bicihkirin.    * Du sal bi ser rizgarkirina Minbicê ya ji DAIŞ'ê derbas bû. Bernameyên bîranînê li Minbicê didomin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar dike ku ew ê li vir bi gel re tevger bikin.       * Platforma Şaxan a KESK'ê ya Mêrsînê dê têkildarî krîza aborî li avahiya Şaxa Egîtîm Senê ya Mêrsînê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Rêxistina Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Mêrsînê dê li Salona Dawetê ya Şah şahiya demokrasiyê li dar bixe. (19:00)