Kesên têkildarî hezanê hatin binçavkirin hatin berdan 2017-10-20 14:12:29   ŞIRNEX – Li Şirnexê 3 kesên têkildarî 7 karkerên di kana komirê de jiyana xwe ji dest dan hatibûn binçavkirin hatin berdan.    Li Kana Madenê ya Hejmara 1’emîn a Şirnexê di hezanê de 7 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê der barê bûyerê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de xwediyê fîrmayê û 2 xebatkar di 17’ê cotmehê de hatibûn binçavkirin. F.Y., B.A. û M.E.M. bi îdîaya “Mirina bi taksir û bûne sedemê birîndariyê” hatin binçavkirin û piştî kar û barên Miduriyeta Polîsan derxistin edliyê. Dozger jî bi heman hincetê 3 kes sewqî dadgehê kirin. Piştî îfadeyan her 3 kes ji aliyê dadgehê ve bi qedexeya derketina derveyî welat û tedbîra kontrola edlî serbest hatin berdan.