'Divê hevalên me rojnameger zû bên berdan’ 2017-10-20 14:11:33 NAVENDA NÛÇEYAN – Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê xwest ku 5 rojnamegerên li Enqereyê hatin binçavkirin serbest bên berdan û got: “Di rojek rûniştina doza Nuriye û Semîh tê dîtin de binçavkirina rojnamegeran ne tesadufî ye.”  Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê têkildarî binçavkirina nûçegihanên Ajansa Mezopotamya Dîren Yurtsever, Selman Guzelyuz û edîtora JINNEWS’ê Sîbel Yukler û nûçegihanên JINNEWS’ê Duygu Erol û Habîbe Eren daxuyaniyek nivîskî weşand.  Platformê binçavkirina rojnamegeran bibîr xist û got: “Yên bi OHAL û KHK’iyan ajansa jinan digire û dixwaze jinan bêdeng bike dizanin ku me jinên rojnameger bi binçavkirin û girtinan nikarin bêdeng bikin. Hevalên me rojnameger ji destpêka berxwedana Yukselê der barê geşedanan de raya giştî agahdar kirine. Ew bûne dengê bedena Nuriye ya birçî. Di rojek rûniştina doza Nuriye û Semîh tê dîtin de binçavkirina rojnamegeran ne tesadufî ye.”    BANGA PIŞTEVANIYÊ    Platformê diyar kir ku divê hevalên wan rojnameger demil dest serbest bên berdan û wiha dewam kir: “Her wiha hevalên me bûne denge hemû jinên îxrackirî, bûne dengê hemû jin û zarokên rastî îstîsmara zayendî tên û bûne dengê jinên li deriyê Meclîsê li dijî Qanûna Miftiyê derketine. Hûn wan li Enqerê ji kî bipirsin dê bêjin ‘rojnameger in.’ Li ser îxbarên bê binî binçavkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin. Em wek Platforma Rojanmegerên Jin a Mezopotamyayê carek din dubare dikin ku li cem hevalên xwe rojnameger in û em bang li hemû jinên rojnameger dikin ku li dijî zextan vedixwînin piştevaniyê.”