Hamzaoglu: Em li heman welatî dijîn, lê ne di heman kêştiyê dene 2018-08-13 13:23:30 STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu, gotinên desthilatdariyê yên “Em di heman kêştiyê dene” yên piştî kûrbûna krîza aborî kirin nirxand û got: “Raste, em li heman welatî dijîn, lê li vî welatî di kêştiyên pir cuda de em dijîn. Derdê wan cudaye, yên kedkar, xebatkar, hilberîner û zarokên vê axê cudane. Ew hewl didin xwe xelas bikin. Lê em dixwazin pêşeroja xwe mezin bikin.”   Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onur Hamzaoglu gotinên Serokkomar Erdogan yên “Em ê neçarî plana B û ya C bibin” a têkildarî pîşesazan kir nirxandi û wiha axivî: “Ev îfadeyên hemasetin. Krîza heyî bi hêrsê, qehremantî û netewperestiyê nayê çareser kirin. Daxuyaniyên wiha me di hilbijartinê de jî dîtin. Sermayeya navneteweyî ya piştîgerî da desthilatdar û hikûmeta AKP’ê ya 16 salan, hêdî hêdî xwe ji Tirkiyeyê vedikişîne.”   ‘TIRKIYE DI POZÎSYONA DEWLETA KON DE YE’   Hamzaoglu, anî ziman ku sedemên siyasî û têkiliyên ne bi ewle van mijaran derdixin holê û wiha got: “Gava pere jî dikeve dewrê her tişt tê guhertin. Mînakê vê di dîrokê de tijene. Ji ber derveyî aboriyê jî têkiliyek bi DYA re heye. Tirkiye di pozisyona  dewleta kon deye. Êdî veguheriye textêk nikare polîtîkayên derveyî welat bike. Di vê gengeşiya bi DYA re, rewşên bi qada Sûriyeyê ve girêdayî hene. A rast ewe ku ev pirsgirêkên bên dîtin û derbikevin holê. Li hemberî vê tabloyê, pêwîstî bi helwesta mûxalifeta sosyalîst a çep heye. Di van rojan de ya herî girîng em çibikin ji xwe pirsîne, ne ku deshilatdar dê çi bike be.”   ‘EM HEWL DIDIN PÊŞEROJA XWE XELAS BIKIN Û EW JÎ DIXWAZIN XWE…’   Hamzaoglu di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dinava vê pêvajoyê de AKP tim dibêje ‘em di heman kêştiyê dene.’ Cara yekemîn ev gotin min di dawiya salên 1990’an de bihîst. Ev gotin delîlê siyasî ya bîrdoziya bi hevrebûn û bi hevre ketina nava tevgerê ye. Dema pirsgirêk derdikevin, gotinên ‘em di heman kêştiyê dene’ destpêkê tê bîra mirov. Hincet eve. Dema pirsgirêk tunebe, qet nayê gotin ‘em di heman kêştiyê dene.’ Ez barim rastî nayê femkirin. Em ne dihaman kêştiyê dene. Raste, em li heman welatî dijîn, lê li vî welatî di kêştiyên pir cuda de dijîn. Derdê wan cudaye, yên kedkar, xebatkar, hilberîner û zarokên vê axê cudane. Ew hewl didin xwe xelas bikin. Lê em dixwazin pêşeroja xwe mezin û xelas bikin. Em ji bo pêşeroja xwe helwest digirin û divê em helwesta xwe danîn holê jî.”