Li Mînbîcê hûnandina jiyana bihevre didome 2018-08-13 11:38:28 MÎNBÎC - Berî şerê navxe yê ê Sûriyê, destpêkê OSO û dûre jî DAIŞ’ê Minbîç dagir kirin. Li ser banga gel, Meclîsa Leşkerî ya Mînbîcê di 15’ê Tebaxa 2016’an de Mînbîç rizgar kir. Dinava du salan de şopên DAIŞ’ê tên jêbirin û ji bo gel bi hevre bijîn, xebatên xwe yên bi rêxistinê birêve dibin.   Yek ji bajarên di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de êşên mezin jiyan Mînbîc bû. Gelê Mînbîce amadekariyên pîrozbahiyên salvebera 2’yemîn rizgarkirina Mînbîcê dike. Dinava 5 hezar salî de Mînbîc ji aliyê Roma, Sasanî, Memluk, Makedon, Abbasî, Fatîmî, Eyyubî, Mogol, Osmanî û Fransa ve hatiye dagirkirin, lê ligel vê yekê jî kariye heya roja îro çanda xwe biparêze. Mînbîca li kêleka Çemê Firatê xwedî stratejiyek pir girînge û herî dawî ji ber şerê Sûriyeyê ya sala 2011’an de cardin hat hilweşandin, talan kirni û bi tunebûnê re rû bi rû ma. Destpêkê Artêşa Sûriyeya Azad û dûre jî DAIŞ’ê Mînbîc dagir kirin. Meclîsa Leşkerî ya Mînbîçê di 1’ê Hezîrana 2016’an de dest bi operasyonê kir û di 15’ê Tebaxa 2016’an de bajarê Mînbîcê ji DAIŞ’ê rizgar kir.     DARBEYEK MEZIN LI DÎROKA BAJÊR XISTIN    Dema DAIŞ’ê Mînbîc dagir kir, netenê elemanên biyanî perwerde kirin, di heman demê de dîroka bajêr jî wêran û talan kir. Li bajêr bi sedan Kurd, Ermenî, Tirkmen, Çerkez, Çeçen û Erep qetil kirin. DAIŞ’ê li qadan û cihên bazaran înfaz pêk anîn û xwest gel teslîm bigire. Mînbîciyên firset dîtin, an koçî bajarên Bakurê Sûriyeyê kirin, an jî koçî bajarên Stenbol, Dîlok, Riha û Kîlîsê yên Tirkiyeyê kirin.      PIŞTÎ KOBANÊ MÎNBÎCIYAN BANG KIRIN    Weke tê zanîn DAIŞ’ê li Kobanê şikestinek mezin jiya. Piştî serkeftina Kobanê, gelê Mînbîcê dengên xwe bilind kirin û xwest bajarê wan jî mîna Kobanê bê azad kirin. Li ser bang gel, El Firat, Şemsî Şîmal û gelek komên cuda dibin siwana Meclîsa Leşkerî ya Mînbîçê de kom bûn û bersiv dan banga gelê Mînbîcê. Meclîsa Leşkerî ya Mînbîcê, di 1’ê Hezîrana 2016’an de dest bi hemleya azadkirina Mînbîcê kir. Li Mînbîcê 73 rojan pevçûnên pir dijwar rû dan û dûr ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Di operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hêzên koalîsyonê jî piştgirî danê de, DAIŞ ji bajêr hat paqijkirin. Kesên ji bajêr koçber bûbûn jî hêdî hêdî vegeriyan ser axa xwe.    KES TÛYE KU EBÛ LEYAL Û EBÛ EMCED NAS NEKIN   Vegera li bajêr hîna jî berdewam dike û welatiyên bajêr bi derfetên kêm hewl didin şopên DAIŞ’ê yên hovane ji kolên bajêr paqij bikin. Wêneyên şervanên di şerê azadiya Mînbîcê de jiyana xwe ji dest dayîn li hemû kolan û koçeyên bajêr ve hatine kirin. Kes tuneye ku Ebû Leyla yê di operasyona Mînbîcê de jiyana xwe ji dest da û Ebû Emced ê piştî rizgarkirina Mînbîçê, di azadkirina Reqqayê de jiyana xwe ji dest da nas nekin. Li kolanên herî qerebalix ên bajêr posterên mezin ên van her du fermandaran daliqandîne.    GEL JI BO BI HEVRE BIJÎN XWE BIRÊXISTIN DIKIN   Gelê Mînbîcê, ligel hemû gefan jî, bi Meclîsa Sivîl a Mînbîcê re tevdigere. Gelên ku ligorî projeya jiyana bi hevre tevdigerin, ji bo xwe birêve bibin, bênavber xebatên xwe berdewam dikin. Di meclîsa  sivîlan de gelên Erep û Kurd herî zêde cih digirin. Gelên din jî li gorî nifûsê temsîliyeta wan di meclîsê de cih digirin. Tirkmenan berê komele û avakirina xwe ya siyasî avakirin û niha jî Çerkes dê di salvegera azadiya bajêr de komeleya xwe ava bikin.    Hemû kes li bajêr amadekariyên pîrozbahiyên salvegera rizgarkirina bajêr dikin. Hêzên leşkerî û ewlekariyê, bergiriyek mezin a ewlekariyê li bajêr girtin û hîna jî amadekarî tên kirin.    MA / Nazim Daştan