Ji Serdozgeriya Komarê gefa lêpirsîna ‘aboriyê’ 2018-08-13 10:34:17   STENBOL – Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku “Kesên ewlehiya aboriyê bi çalakiyan tehdît bike” dê der barê wan de lêpirsîn bê destpêkirin.   Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji bo kirîza aborî bi bayê bezê daxuyanî da. Serdozgeriya Stenbolê ragihand ku kesên der barê aboriyê de nivîs binivîsîne, daxuyanî bide û di hesabên medya civakê de parvekirina bike dê wan hildin bin mercekê. Serdozgeriyê di daxuyaniya xwe de got: “Kesên ewlehiya aboriyê bi çalakiyan tehdît bike, em ê der barê wan de lêpirsînê bidin destpêkirin.”