Dîrokzan Aydin: Em bi encamên giran ên rejîmê re rû bi rû ne 2018-08-13 10:22:45   STENBOL – Dîrokzan Erdogan Aydin rejîma ya li Tirkiyeyê şiband Kraliyeta Erebîstana Siûdî û got: “Rejîma nû ya welatê zêde li ber xwe nade. Em bi encamên giran ên rejîma nû re rû bi rû ne.”    Dîrokzan û nivîskar Erdogan Aydin pergala nû ya Tirkiyeyê û ev pergala nû krîzên dê bi xwe re bîne nirxand. Aydin diyar kir ku vê pergala nû ya li Tirkiyeyê hat avakirin ne “pergala serokatiyê ye” û “yek zilam” her tişta dixwaze li gorî kêfa xwe bike û ev yek otokrasiya tîpîk e.   ‘TIRKIYE DIŞIBE KRALIYETA SIÛDÎ’     Aydin got ev pergal berê di nav Osmaniyan de jî hebû û sultanên wê demê jî xwedî pozîsyonek wiha bûn. Aydin da zanîn ku rewşa heyî dê rejîma nû nikare birêve bibe û got: “Pergala nû ya li Tirkiyeyê dişibe Kraliyeta Erebîstana Siûdî. Li Rojhalata Navîn mînakê vê pergalê Siûdî ye.”    ‘TIRKIYE NIKARE VÊ PERGALÊ BIRÊVE BIBE’    Aydin bibîr xist ku rejîma nû hemû çapemeniyê xistiye bin kontrola xwe û saziyek dê vê rejîmê kontrol bike û bütçeyê çêbike nîne û Tirkiye nikare vê pergala nû birêve bibe. Aydin anî ziman ku ew bi encamên giran ên rejîma nû re rû bi rû ne û di vê pergalê de her ku enyadîbûn zêde bibe dê xwîn rijandin zêde bibe.    MA / Bîlal Seçkîn