Çayxaneya Şeab xizmeta çi dike? 2018-08-13 09:35:27   SILÊMANÎ – Çayxaneya Şeab (gel) ku piştî salên 1950’ê kirin cihê helbestkar, rewşenbir, siyasetmedaran û li vir helbest û pirtûk dihatin xwendin îro her çend wekî pêşengeha siyasetmedar û helbestkarên navdar ên jiyana xwe ji dest dane xuya bike jî, dengê kevirên lîstika domino, okey û tawla balê dikişîne ser xwe.     Li Bajarê Silêmaniyê cih û koşka ku di salên 1950’an de hat restorekirin û wekî çayxaneya helbestkar û siyasetmedaran bal kişand ser xwe, îro ji cewherê xwe dûr ketiye. Çayxaneya Şeab (gel) ku berê tenê helbestkar û nivîskarên wekî Şêrko Bêkes, Pîremêrd, Mihemed Zaza, Şehît Huseyîn Mansûr, Şehit Eli Eskerî, Îbrahim Ezo, Dr. Kasimlo, Hesen Zîrek hatin li vir helbest xwendin û niqaşên siyasî meşandin, îro li wir tenê diçin çay vedixwin û bi lîstikên okey, domino û tawla dilîzin. Çayxaneya gel ku çar aliyê dîwarên wê seranser bi wêneyên siyasetmedar, helbestkar û nivîskarên navdar wekî pêşengehê hatiye xemilandin û li hin beşên salonê pirtûk di refan de hatibin bi cih kirin jî; êdî pirtûk di nava dûxana çiqarê de winda dibin û bi hesreta xwendinê mane. Çayxaneya Gel ku piştî hat restorekirin, dema mirov diket hunderê wê bi sewta niqaşên siyasetmedaran û awaz û dengê helbestkaran dihatin pêşwazîkirin. Lê ev çayxane êdî di salên dawî de bi çeq çeqa dengê kevirên domino, tawla û okey têne pêşwazîkirin. Dîsa ji dûxana çigareyê çav çavan nabîne. Her çend li dîwanê wê bi sedan wêneyên siyasedmedar, nivîskar û rewşenbirên wekî Mele Mistefa Barzanî, Celal Telebanî, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Sazumankara PKK’ê Sakine Cansiz, Helbestkar û rewşenbir Pîremêrd, Helbestkar Şêrko Bêkes, Pêşmergeyên yekîtî Şehit Aram, Şehit Azad Hewramî, Şehit Elî Esker û gelek kesên din hatibe pêşandan jî xebata berê li vir dihat kirin û îro pir dûrî hev ketine.   ’BERÊ CIHÊ REWŞENBIR Û SIYASETMEDARAN BÛ’    Serokê Komeleya Kelepor û Folklora Kurdî Muhammed Erkan, diyar kir ku berê ev wargeh koşk bû û di sala 1950’an de kirin pirtûkxane û cihê şaîr û rewşenbiran. Erkan, da zanîn ku 4 birayan vir restore kirin û kirn cihê hunermend, şaîr, siyasetmedar û rewşenbiran. Erkan, anî ziman ku beriya restore bikin wekî hewşê bû û ser wê vekiribû û wiha got: “Piştî ev konax hat restorekirin li tenişta vir pirtûkxaneya Şehîd Mahmut Şakî hebû û pirtûkên siyasî û hunerî difirotin. Kesên dihatin li vir pirtûk dikirîn, pirtûk li vê hewşê dixwendin. Xelkê Silêmanî û Xelkê Kurdistan pir dihtin vê pirtûkxaneyê. Hunermendê wekî Şêrko Bêkes dihat vir û li vî baxçeyî pirtûk dixwendin."   30 SALAN CIHÊ REWŞENBIR Û HELBESTKARAN BÛ   Helbestkar Emîr Mehemet Emîn jî diyar kir ku vir piştî hat restorekirin bû cihê şaîr, siyasetmedar û rewşenbiran û li vir hem pirtûk û helbest dihatin xwendin û hem jî niqaşên siyasî dihatin kirin. Emîn, da zanîn ku li vir wêneyê dehan siyasetmedar, helbestkar, rewşenbir û pêşmergeyên yekîtî yên di şer de jiyana xwe ji dest dane hene.   MA / Mehmet Alî Ertaş