4 partiyên Başûr encamên hilbijartinê red kirin 2018-08-12 13:43:32       NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku encamên teqez ên hilbijartina 12’ê Gulanê yên Iraqê hatin eşkerekirin, çar partiyên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku ew encamê red dikin.   Piştî ku encamên teqez ên hilbijartina Iraqê û Başûrê Kurdistanê ya 12’ê Gulanê hat eşkerekirin Tevgera Goran, Îslamî Yekgirtû, Komala Îslamî û Tevgera Demokraîsî û Dadê, li Navenda Tevgera Goran li hev kombûn û encamên hilbijartinê nirxandin.   Piştî nirxandinê Sekreterê Tevgera Goran Omer Seyîd Elî, Sekreterê Îslama Yekgirtû Selahaddîn Bahaddîn û Serokê Komala Îslamî Elî Babîr, Serokê Koalîsyona Demokasî û Dadê Berham Salih daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniya hevpar de hat diyar kirin ku teqez ew encamên hilbijartinê qebûl nakin û red dikin.   Di daxuyaniya hat dayîn de wiha hat gotin: “Ji bo ku dek û dolabên mezin binixumînin xuyaye hin sendoq bi destan hatine hijmartin. Li Iraq û Başûr Kurdistanan Ferdere kêm sindoq dîsan hatin vekirin û hijmartin. Em encaman red dikin û helwesta xwe ya berê didomîn in. Ji bo ku bawerî bi pêvajoya siyasî were û dengên hilbijêran biparêzin em ê serî li rêyên hiqûqî bidin.”   Partiyan beriya niha gotibûn ger li ser mijara hîle, dek û dolaban fikarên wan bersivê nebinin, ew ê tevlî pêvajoya siyasî ya Iraqê nebin. Tevlînebûna pêvajoya siyasî tê wateya parlamentera Iraqê dê bêyî parlamenterên patiyên encamên hilbijartinê red dikin, vebe.