Komeleya Çerkesan li Minbicê vedibe 2018-08-12 10:33:00       NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Çerkes ê li Minbicê dijîn, dê Komeleya Çerkesan ava bikin.    Di salvebera rizgarkirina bajarê Minbicê, roja di 15’ê Tebaxê de dê  Komeleya Çerkesan bê avakirin. Ji damezrînerên komeleyê Neciye Qirtawi derbarê avakirina komeleyê de axivî û wiha got: “Emê komeleyê  ji bo parastina çand û kevneşopiya Çerkesan ava bikin.  Çerkes dê xwe li navenda bajêr bi rêxistin bikin û alîkariyê bidin xizanan."   Qirtawi, diyar kir ku amadekariyên ji bo vekirina komeleyê dewam dikin û da zanîn dê li komeleyê dersên hunerê jî werin dayîn.   Hat ragihandin ku Komeleya Tirkmen jî dê beşdarî çalakiyên salvegera duyemîn rizgarkirina Minbicê bibin.