Danişîna doza Hevşaredara Dersimê Altûn di 15'ê Tebaxê de ye 2018-08-12 09:15:49     DERSIM - Dê danişîna doza Hevşaredara Dersimê ya girtî Nûrhayat Altûn di 15'ê Tebaxê de pêk bê. Parlementerê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu, destnîşan kir ku ew dixwazin dawî li vê girtina neheq bê.    Hevşaredara Dersimê Nûrhayat Altûn ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, di 16'ê Mijdara 2016'an de bi hinceta "rêveberiya rêxistinê" hat girtin û niha di Girtîgeha Tîpa F a Jimare 1 a Kandira ya Kocaeliyê de ye û dê danişîna doza wê ya 7'an di 15'ê Tebaxê de li dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Dersimê pêk bê.    Altûn ji ber daxuyaniyên çapemeniyê, meş, merasîmên cenaze, serdana goristanan, fealiyetên KCD'ê û guhdarîkirinên telefonan ên di navbera 2012-2016'an de tê twanbarkirin û tê xwestin ku 22 sal ceza lê bê birîn.    Parlementerê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu, rewşa girtinê ya Altûnê nirxand.    ‘VÎNA GEL DÎL HATIYE GIRTIN'    Onlu, destnîşan kir ku piştî qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin hevşaredar hatine girtin û ev yek jî polîtîkayeke serdemî ya AKP'ê bû û bi van girtinan destkeftiyên kurdan ên li herêmê hedef hatine girtin. Onlu, bilêv kir ku hevşaredar bi awayekî neheq di girtîgehan de ne.    Onlu, destnîşan kir ku bi vê yekê vîna gel dîl hatiye girtin û got: "Mewziya xizmetê ya gel Şaredariay Dersimê hatiye xespkirin. Şaredariya ku niha qeyûm xesp kiriye, berê gel bi rihetî dikaribû têkevê û daxwazên xwe bîne ziman. Lê niha wekî ku ne saziyeke gel be, veguheriye qerargehê û wekî miduryeta emniyetê tê bikaranîn. Şaredariyê ji saziyeke gel veguherandin navendeke asîmlasyonê ya AKP'ê. Kesên rêveber jî ji derve anîn. Feraseta me ya xizmetê der barê ziman, çand, bawerî û xwezaya vî gelî bû. Lê qeyûm bi asîmlasyonê dixwazin bîra gel a çandî û dîrokî ji holê rabikin."    Onlu, diyar kir ku ji ber ku Hevşaredar Nûrhayat Altûn tev li merasîma cenazeyên gel, tev li çalakiyên civakî yên li bajêr bûye û ji ber ku peywira xwe ta siyasî, ehlaqî û civakiyî bi cih aniye bia wayekî neheq hatiye girtin.    Onlu, xwes dawî li vê rewşê bê û bang li herkesî kir ku tev li danişîna doza Altûnê bibe.