Hîn jî dest bi tedawîkirina girtiyê nexweş Koçer nehatiye kirin 2018-08-11 19:41:17   ENQERE - Rêveberê ÎHD'ê Nûray Çevîrmen, diyar kir ku girtiyê nexweş Koçer Ozdal (65) ku nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye û çend roj berê ew rakirina Nexweşxaneya Nûmûne ya Enqereyê, ji ber nebûna cihê tedawîya wî dê du hefte şûnde dest pê bike.    Endamên Înîsyatîfa Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî, di hefteya 207'emîn de ji bo bal bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin gel hev. Li ser navê endamên înîsyatîfê vê hefteyê endama Desteya Rêvebir a Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da.    Çevîrmen, destnîşan kir ku derfetên tedawîkirina girtiyên nexweş ji holê hatine rakirin û mafên ferdan ên ji dema welidînê bi dest dixin li girtîgehan tên binpêkirin.    Çevîrmen, bilêv kir ku girtî nayên tedawîkirin û got: "Nexweş an di girtîgehê de an jî dema ji girtîgehê derdikevin piştî demeke kurt dimirin. Hefteya borî Selahattîn Ayetk mir, li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dima. Girtî, li girtîgehê nikaribû pêdiviyên xwe bi cih bîne, hevalên wî alîkariya wî dikirin. Ji bo ji girtîgehê derkeve malbata wî parêzerên wî serî li Saziya Tiba Edlî û Dadgeha Qanûna Bingehîn dabûn, lê belê piştî demeke dirêj dema mehkûmî nav ciha bû yanî di sala 2015'an de înfaza wîî hat sekinandin. Lê belê ji be tedawîkirina wî bi dernegî key, êdî nikaribû deyax bike. 6 meh berê êdî bi temamî nikaribû biaxive û mehek berê jî ew rakiribûn beşa şezgîn, lê belê mir. Selahattîn Ayet yek ji wan girtiyên bû."    'JI BER LI NEXWEŞXANEYAN CIH TUNE YE DÊ 2 HEFTE ŞÛNDE DEST BI TEDAWÎKIRINA WÎ BÊ KIRIN'    Her wiha Çevîrmen, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Koçer Ozdal (65) ku di 19'ê Tîrmehê de ji bo tedawîkirinê ew anîbûn Enqereyê.    Çevîrmen, bilêv kir ku berî ku Ozdal bê girtin tu nexweşînên wî tune bûn, lê belê li girtîgehê nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye. Çevîrmen, diyar kir ku Ozdalê ku li Nexweşxaneya Nûmûne ya Enqereyê hat tedawîkirin pêşî ji ber nexweşîna gurçikên wî emeliyata wî hatiye taloqkirin û niha jî hatiye tespîtkirin ku pişika wî av girtiye. Çevîrmen, bilêv kir ku malbat û parêzerên Ozdal diyar kirine ku wan serî li enxweşxaneyê daye, lê belê ji ber ku di nexweşxaneyê de cih tune ye dê du hefte şûnde dest bi tedawîya wî bê kirin û got: "Eger di wextê xwe de hatibûna tedawîkirin dê niha ne wisa bûna. Li girtîgehan mafên tu girtiyên nexweş esas nayên girtin. Divê rayedar demildest rewşa girtiyên nexweş esas bigirin û di wext de mudaxileyê bikin."    Çevîrmen, destnîşan kir ku heta ev pirsgirêk bi awayekî mayînde neyên çareserkirin dê çalakiyên wan berdewam bikin.