‘Nexweşê pençeşêrê Sûbaşi berdin’ 2018-08-11 15:35:21   STENBOL  -Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê, di hefteya 333’Yemîn a çalakiya “Rûniştina F” de xwest girtiyê nexweşîna penceşêrê Hasan Sûbaşi bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 333’yemîn a çalakiya “Rûniştina F” de li Qada Galatasarayê kom bû. Komîsyonê di çalakiya vê heftê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşîna penceşêrê Hasan Subaşi. Di çalakiyê de pankartên “Tecrît dikuşe, piştevanî dide jiyîn”  û “Tedawî mafe, nayê asteng kirin” hatin vekirin û bê navber dirûşmeya “Ji îşkenceya lêgerîna tazî re êdî bese”, “Rûmeta mirovan dê îşkenceyê têk bibe” û  “Ji Hasan Subaşi re azadî” hatin berzkirin. Daxuyaniya vê heftê, ji parêzvanên mafên mirovan Îbrahîm Demîrel xwend.    Demîrel, diyar kir ku hejmara girtiyên nexweş ên li girtîgehan her roja derbas dibe, zêdetir dibin û wiha axivî: “Wezareta Dadê rewşa girtiyên nexweş pişt guh kiriye û bêhestiyar tevdigere. Ev cihê şermê ye. Rewşa girtiyê nexweşîna penceşêrê Hasan Sûbaşî ne başe. Sûbaşi di sala 2008’an de hatiye girtin. Piştî 5 salan di girtîgehê de ma hat berdan. Dema di girtîgehê de bû, dikeve greva birçîbûn. Ji ber vê yekê di rûviyên wî de kîst çêdibin. Sûbaşî dema serî li TÎHV’a Edeneyê dide, teşhîsa penceşêra kolon ji bo wî tê dayîn. Sûbaşî tê emeliyatkirin, rûviyê wî yên stûr û beşeke gurçika wî tê girtin û dûre dest bi dermankirina  kemoterapî dike. Piştî demekê nexweşiya wî belavê pişika wî ya çepê belav dibe.”    DAYÎK SÛBAŞÎ: KURÊ MIN DERMAN NAKIN    Li gorî agahiyên dayika Subaşî Hacer Subaş dayîn ÎHD’ê, ev tişt hatin gotin: “Sûbaşî ji ber dozyayeke sala 2017’an dîsan hat girtin. Kurê min berî mehekê hat girtin. Ji ber nexweşiya penceşerê ya kolonê li derve hat emeliyatkirin. Kurê min dema dihat dermankirin, hat girtin. Ji roja hatî girtin û vir ve kurê min derman nakin. Wî nabin nexweşxanê. Ew rîska nexweşî li bedana wî belav bibe, heye. Ne mimkûne kurê min dibin şert û mercên girtîgehê de bê dermankirin. Ez dixwazim demildest kurê min bê berdan û bê dermankirin.”