Jina ku rastî tundiya hevjînê xwe hat bi giranî birîndar bû 2018-08-11 12:14:28   EDENE - Li Seyhanê, kesê bi navê Ozkan T. bi lêdanê hevjîna xwe Zulal T. bi giranî birîndar kir.    Li Taxa Denîzlî ya navçeya Seyhana Edeneyê, di navbera Ozkan T. û Zulal T. ên hevjînê hev de, ji ber sedemeke nahet zanîn nîqaş derket. Li gorî agahiyna, di dema nîqaşê de Ozkan T. bi lêdanê hevjîna xwe Zulal T. bi giranî birîndar kir.    Hat diyar kirin ku li ser agahiya ciranan polîs hatin cihê û ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê Zulal T. rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê.  Ozkan T. ê tundî li hevjîna xwe kir û bi giranî birîndar kir, serwinda bû.  Hat zanîn ku rewşa Zulal T. a tê dermankirin, cidiye û talûkeya jiyanê heye.