Li Êlihê xizmên windayan dê guh nedin qedexeyê 2018-08-11 10:15:42   ÊLIH - Sekreterê ÎHD’ê Fahrettîn Asutay, bertek nîşanî biryara Walîtiya Êlihê ya piştî OHAL’ê destûr neda çalakiya xizmên windayan, da û got: “Piştî cejnê em ê her heftê li Kolana Gulîstan kom bibin û pirsa aqûbeta windayên xwe bikin.”    Çalakiya rûniştinê ya xizmên windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ku ve çend sal bûn li Kolana Gulistanê dihat lidarxistin, ji 29’ê Cotmeha 2016’an ve ji ber Rewşa Awarte nedihat lidarxistin. Piştî rabûna Rewşa Awarte (OHAL) bi armanca ku li heman cihê çalakiya xwe bidomînin rêveberên ÎHD’ê serî li Walîtiya Êlihê dan. Lê walîtiyê hincetek sosret nîşan û destûr neda ku çalakî bê lidarxistin.   Walîtiyê destûr nedana çalakiyê bi van hincetên sosret ve girêda: "Çakiya ku tê plankirin her şemî saet di 12.00’an de bê lidarxistin, ji ber ku welatî bi awayekî komî lê bên gel hev dibe ku bibe hedefa rêxistinên terorîst, ji ber ku Kolana Gulistanê dawiya hefteyê ji aliyê welatiyan ve zêde tê bikaranîn dibe ku çalakî jiyana rojane asteng bike. Bi armanca ku pêşî li bûyerên neyînî bêgirtin, maf û axzadiyên hin kesên din bên parastin û dabînkirina tenduristiya cemaweriyê di çarçoveya xala 11/C a kanûna rêveberiya bajar a jimara 5442’an guncav nehatiye dîtin ku çalakî bê lidarxistin.”   ‘PIŞTÎ CEJNÊ EM LI GULÎSTANÊ NE’   Sekreterê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê ya Êlihê Fahrettîn Asutay, bertek nîşanî biryar walîtiyê da û wiha axivî: “Çi dibe bila bibe, emê çalakiya xwe li dar bixin. Berî OHAL’ê nêzî 400 caran her heftê me aqûbeta windayên xwe pirsîn. Ji bo em çalakiya xwe pêk bînin, me cardin serî li walîtiyê neda. Tenê me agahî da. Bersivek erênî nedan agahiya me. Em piştî cejnê çalakiya xwe li Kolana Gulîstanê berdewam bikin.”    'PÊKANÎNEK KEYFIYE'   Asutay, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Mafê me heye ku em aqûbeta windahiyên xwe bipirsin. Ev mafê me yê demokratîk îro tê astengkirin. Di OHAL’ê de jî Dayîkên Şemiyê nêzî du salan aqûbeta zarokên xwe yên winda pirsîn. OHAL rabû. Li Amedê jî xezmên windayan çalakiya xwe berdewam kririn. Gelo çi ferqa Êlihê ji ya bajarên din heye? Ma Êlih bajarek cudaye? Biryara hat dayîn keyfiye û tu carî nayê qebûlkirin."    Asutay, da zanîn ku ew hinceta “Ewlekariyê” ne rast dibînin û wiha bi dawî kir: “Em bi xwe dikarin ewlekariya xwe biparêzin. Pêdiviya me bi tu kesan nîne.”