'Dewlet zarokan ji polîtîkayên xwe re dike alet' 2018-08-11 09:13:41 AMED - Gulesra Gullu diyar kir ku dewlet zarokên ji parastina wan berpirsiyare ji bo polîtîkayên xwe dike alet û sedema sereke ya di îstismarkirina zarokan de bi awayekî adilane û rêkûpêk nebikaranîna qanûna heyî ye.  Li gorî daneyên Komeleya Rêgirtina Şidetê û Rehabîlîtasyonê ku di 2'yê Adarê de parve kirin, li Tirkiyeyê di 10 salan de bûyerên îstismarkirina zarokan 700 qat zêde bûne. Çend roj berê derket holê ku di tîma basketbolê ya zarokan a Qulûba Sporê ya Turk Telekomê de zarokên temenê wan di navbera 11-14 salan de hatine îstismarkirin. Her wiha li Beykozê jî keça 12 salî ji aliyê gelek kesan ve sê rojan li ser hev hatibû îstismarkirin.    Endama Komîsyona Zarokan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Gulesra Gullu, sedema îstismarkirina zarokan û tevdîrên divê bên girtin nirxandin.    Gullu, diyar kir ku di civakê de zarok wek ferd nayên qebûlkirin û wekî objeyeke ku tehakumî li ser bê kirin li zarok tê nerîn. Gullu, anî ziman ku di bûyerên îstismarkirina zarokan de qanûn bi awayekî çalak nakevin dewrê. Gullu, destnîşan kir ku dewlet di vî warî de baş tevdîran nagire, gelek caran beyanên mexdûr ji ber temenên wan esas nayên girtin û şik û guman nêzî beyanên wan dibin û tevdîrên parastinê baş nayên girtin. Gullu, bilêv kir ku her wiha mexdûr ji ber îstismara ku lê hatiye kirin xwe wekî sûcdar hîs dike û ji ber fediyê û tirsê vê yekê vedişêre û ev yek jî îstismarkar wêrektir dike.    Gullu, destnîşan kir ku îktîdar ji bo ser îstismarkirina zarokan bigire bi awayekî munferît li van bûyeran dinere û got: "Ji ber ku dewlet berpirsiyariya xwe ya parastnê bi cih nayine, vê carê ji bo kêmasiya xwe veşêre bûyerê wekî tiştekî munferît be nîşan dide. Bûyerên di demên dawî de li wargehên tarîkatan rû didin nîşaneya vê yekê ne."    ‘DEWLET ZAROKAN JI BO POLÎTÎKAYÊN XWE DIKE ALET'    Gullu, diyar kir ku dema dewlet polîtîkayên ji bo parastina zarokan hilberîne divê li gor fêdeya zarokan tev bigere û got: "Demekê li cemaetên ku nêzzî dewletê bûn malên hezkirinê hatibûn avakirin û li van malan bîrdoziya cemaetê dihat empozekirin. Her wiha di bin navê parastinê de mal li derveyî bajêr dihatin girtin. Lê dema navbera dewletê û cemaetê xera bû, ev mal hatin girtin. Ev yek jî nîşan dide ku dewlet zarokên ji parastina wan berpirsiyare ji bo polîtîlayên xwe dike alet."    ‘DIVÊ JI DÊVLA POLÎSAN HEVDÎTINÊ BI DERÛNASAN RE ÇÊBIKIN'    Gullu, destnîşan kir ku di dema krîzê de ji bo fêdeya zarok divê mekanîzmayên bi kêrî zarok bêne sas bên girtin û got: "Mînak, zarokekî ku tê îstismarkirin çima ewil nabin cem derûnas lê dibin cem polîs? Ji ber li her bajarî navendên şopandona zarokan tune ne û li bajarên ku hene jî ji ber bi zarokên mexdûr re hevdîtinê çêdikin ev yek dibe sedema ku bêtir tarvmatîzme bibe."    ‘JI DÊBLA SÛCDAR DIVÊ SÛC JI HOLÊ BÊ RAKIRIN'    Gullu, bilêv kir ku sedema sereke ew e ku di îstismarkirina zarokan de bi awayekî adilane û rêkûpêk nebikaranîna qanûna heyî ye û got: "Di rewşên îstismarkirinê an jî revandinê de ji dêvla daxistina ceza, qanûn çi be divê ew bê sepandin û divê cezayên wekî xesandinê ku li dijî mafên mirovan e ji rojevê bên derxistin." Gullu destnîşan kir ku di bûyerên wisa de ji dêvla sûcdar divê sûc ji holê bê rakirin û polîtîkayên di vî warî de bên hilberandin.    MA / Melike Ceyhan