Li Stenbolê jinek bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma 2017-10-20 12:53:45   İSTANBUL - Jina bi eslê xwe kirgiz Elmîra A. li navçeya Mecîdiyekoyê bi êrîşa zayendî ya mêrekî re rû bi rû ma.    Xwendekara bi eslê xwe kirgiz Elmîra A. li navçeya Mecîdiyekoya Stenbolê dema di bin pireya li ser rê re derbas dibû, mêrekî êrîşê wê kir û Elmîra A. bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma, êrîşkar pereyê Elmîra A. jî xesp kir. Jina ku demek dirêj ji ser hişê xwe çû, welatiyên di rê re derbas dibûn Elmîra A. dîtin û ew rakirin nexwşxaneyê. Elmîra A. aşkera kir ku li dijî wê êrîşa zayendî jî pêk hatiye û serî li qereqolê da û serlêdana sûc kir. Polîsan der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin û li kamerayên herêmê de lêkolîn pêk anî.