Baxçeyê wî wekî muzeyê ye 2018-08-11 09:11:22 ÎDIR - Li Îdirê ajokarê otobêsê Mûstafa Cobas (55) amûr û alavên kevn ên ji 15 saliya xwe ve berhev dike, li baxçeyê xwe bi cih dike. Cobas navê "Mem û Zîn" li vî baxçeyê xwe kiriye û niha kesên ku nû dizewicin tên li baxçeyê wî wêneyan dikişînin.  Li bajaroka Halfelî ya Îdirê ajokarê otobêsê Mûstafa Cobas (55), ji 15 saliya xwe ve amûr û alavên kevn berhev dike. Cobas bi sedan amûr û alavên ku berhev kirine li baxçeyê xwe bi cih kiriye û baxçeyê xwe veguherandiye muzeyeke vekirî.    BÊNAVBER BERHEV KIRIN    Cobas, bilêv kir ku ji 15 saliya xwe ve ew van amûran berhev dike û got: "Haletekî cot ê bavê min hebû. Wê çaxê min ew amûr dît û min tim dixwest ez bi wan bixebitim. Lê her ku em mezin bûn teknolojî jî bi pêş ket û firsend çênebû ku wan amûran bi kar bînim. Min jî tam 15 salan li Erzirom, Agirî, Qers, Bedlîs, Mûş û bajarên din ên herêma Serhedê gerdûm (erebeya ga), haletê cot, tekelên van amûran, şehirî, teşî, kulav, meşk, destar, misîn, konê reş û gelek tiştên din berhev kirin û li baxçeyê xwe bi cih kir."    'EZ JI BAVÊ XWE HÎN BÛM, BILA ZAROKÊN MIN JÎ JI MIN'    Cobas, anî ziman ku ji ber ajokarê otobêsê ye, diçe kuderê amûran berhev dike û tîne li baxçeyê xwe datîne û got: "Ev amûrên ku li baxçe ne hema bêje bi pêşketina teknolojiyê hema bêje ji holê rabûn. Tam 15 salan min da dû van amûran. Li Erzirom, Qers, Agirî, Bedlîs, Erdexan û Îdirê geriyam û min ev amûr berhev kirin. Bila paşeroja me winda nebe û ji bo zarok û ciwanên me zanibin ka berê di çandiniyê de çi amûr dihatin xebitandin min baxçeyeke wisa çêkir. Bila nifşên nû jî van amûran bibînin. Ji xwe meraqa min jî ji bo tiştên wisa heye. Niha jî diçim kuderê çavê min li van amûra ye. Çi bibînim tînim. Ez ji bavê xwe hînî van tiştan bûm û niha jî dixwazim zarokên min ji min hîn bibin. Bila ew jî şanî zarokên xwe bidin. Ev çand û edetek e, loma naxwazim bê jibîrkirin. Niha bi van tiştan kar nabe, çimkî teknolojî pir bi pêş ketiye. Lê dema li wan dinerim bêhna min dertê. Dema li malê bim taştêya xwe li baxçe dixwim, di nav van amûrên dîrokî de taştêya xwe dixwim û careke din ber bi paşeroja xwe ve diçim."    BÛK Û ZAVA TÊN LI BAXÇEYÊ WÎ WÊNEYAN DIGIRIN    Cobas, da zanîn ku ji ber navê baxçeyê wî belav bûye bûk û zave tên wêneyan digirin û got: "Piştî wêne belav bûn, milet berê xwe da baxçe. Nemaze jî 3 sal in mirov ji bo wênegirtinê, ji bo nîşanê û û sinetê tên baxçe. Her hefte pênc şeş bûk û zave tên wêneyan digirin. Dema li ber vê dîmenê wêneyan dikişînin kêfxweş dibin. Bi bûk û zaveyan re gelek mirov tên û yeko yeko li amûrên li vira dinerin. Ev jî min kêfxweş dike."    Cobas navê "Mem û Zînê" li baxçeyê xwe kiriye.